PAKURD: Êrîş li welatê me hate kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Kurdistanî (PAKURD) peyameke hevxemiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand ku têde got êrîşa şeva borî li Rûdawê hatî kirin êrîşeke li "rastî û ronbûna welatê me" bû.


Di peyama xwe de ji Rêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed re, Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran got:


"Hun dê tu caran ji helwesta xwe, pişt ve gavan navêjin û hun dê her tim ser bi tariyê de herin."


Saet 00:05ê şeva 25ê Hezîrana 2016an li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê êrişeke bi narincokan li baregeha sereke ya Tora Medyayî ya Rûdawê hat kirin.


Di encama êrîşê de karmendekî beşa peywendiyan, ajovanek û 3 pasevanên Rûdawê birîndar bûn.


Rûdaw aşkere dike ku birînên wan karmendan giran nînin. Ligel wê yekê zirar gihîşt du otomobîlên weşana zindî ya Rûdawê.