Vîdeo-Kembera Erebî li Rojavayê Kurdistanê

25-06-2015
RÛDAW
Kembera Erebî
Kembera Erebî
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Rejîma Sûriyê 41 sal berî niha bi armanca ji hev veqetandina axa Rojavayê Kudistanê û bierebkirina herêmên kurdî, projeya Kembera Erebî cîbicî kir.

 

Berî 41 salî, hikûmeta Sûriyê bi serokatiya partiya Beisê, bi armanca bierebkirina Rojavayê Kurdistanê û veqetandina axa Rojavayê Kurdistanê ji hevdu û ji beşên din ên Kurdistanê, projeya Kembera Erebî cîbicî kir.

 

Kembera Erebî yan jî Zinara Erebî projeyeka nijadperestî ya rejîma Beis bû ku 41 salî berî niha û di 24ê Hezîran a sala 1974an de li herêma Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi pêkanîna wê hat kirin.

 

Kembera Erebî bi qasî 350 km dirêj e û paniya wê jî di navbera 10 heya 15 km de ye.

 

Pêşkeşvanê Rûdawê, Dilbixwîn Dara û Serokê Navenda Lêkolînan a Rûdawê dr. Azad Elî di înfografîkekê de behsa pêkhate û bandorên Kembera Erebî li Rojavayê Kurdistanê dikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst