Efserek û 2 leşkerên Kurd ên artêşa Îranê li Kirmaşanê hatin kuştin


Hewlêr (Rûdaw)- Efserek û 2 leşkerên Îranê di encama êrîşa çekdarên nenas li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê de hatin kuştin. Herwiha li nêzîk çiyayê Şaho 5 pasdarên Îranê hatin kuştin û 2 gerîlayên PKKê şehîd bûn.

Ajansa Faris a fermî li ser zarê rêveberê ewlekariya Kirmaşanê Şehryar Heyderî belav kiriye ku ew efser û leşker şeva borî li navçeyeke parêzgeha Kirmaşanê hatin kuştin.

Li gor nûçeya ajansa Mehr, di êrîşa ku li navçeya Tazawe ya girêdayî bajarê Selasî Bawecanî ya Kirmaşanê de pêk hat, fermandarek bi navê Şarox Muradî, cîgirê fermandar Bêhzab Qelhe û leşkerek bi navê Bîjen Fexrî ku hemû jî Kurdin, hatin kuştin.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya wê êrîşê ne girtiye stûyê xwe û rêveberê ewlekariya Kirmaşanê jî ti alî tometbar nekir.

Li gor malperên Rojhilatê Kurdistanê, roja duşemê 23/6/2014, li nêzîk çiyayê Şaho, şer di navbera gerîlayên PKK û pasdarên Îranê de derket. Di encama şer de 5 pasdarên Îranê hatin kuştin û 2 gerîla şehîd bûn.