Partiya Sosyalîst: Emê bi lîsteke serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê partiya sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, diyar kir dê bi lîsteke serbixwe beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibin.

Sekreterê partiya sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, îro (25.06.2013) bi helkefta roja şehîdên partiya xwe axaftinek kir û diyar kir ku biryar dane bi lîsteke serbixwe beşdarî hilbijartinên parlamento, serokatî û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bibin.

Hacî Mehmûd, derbarê referandom û hemwarkirina destûra Herêma Kurdistanê de jî wiha got: “Em alîgirê wê ne ku xelk biryara dawî bide û em jî digel nêrîn û raya xelkê Kurdistanê ne li ser vê meseleyê.”