Serdana Nêçîrvan Barzanî bûye babeteke sereke ya rojnameyên Îmaratê

25-05-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Bin Zayd Al Nehyan Îmarat Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Ebu Dabiyê bûye babeteke sereke ya rojnameyên Îmaratê.

Rojnameyên mezin ên Îmaratê yên wekî Elbeyan, Elyewm û rojnameya Elîtîhad girîngeyeke zêde daye serdana Nêçîrvan Barzanî û civîna wî ya bi Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayd El Nehyan re.

Nêçîrvan Barzanî doh çûbû Ebu Dabiyê û li Koşka El Şateyê bi Mihemed bin Zayd El Nehyan re civiyabû.

Di civînê de behsa pêwendiyên di hemû waran de yên Îmarat, Herêma Kurdistanê û Îraqê hat kirin

Rojnameya El-Fecrê ya Îmaratê di manşeta xwe de belav kiriye ku ew civîneke dostane bû ku “rê li destpêka serdemeke nû vekir” û dê pêwendiyên aliyan li ser bingeha aborî û veberhênanê bihêztir bibin.

“Bi dîtina hevalê xwe kêfxweş im”

Piştî hevdîtinê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew kêfxweş e ku bi hevalê xwe Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayd Al Nehyan re civiyaye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser civîna Barzanî û Nehyan di daxuyaniyekê de ragihand, her du aliyan li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Îraqê pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên dawî yên li herêmê danûstendin kiriye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du serokan tekez kiriye ku dê pêwendiyan di warên aborî, bazirganiyê de bihêztir bikin.

Rojnameya El Yewm a Îmaratê jî li ser civînê da zanîn ku her du alî li ser giringiya xebata hevbeş, hevkariya navneteweyî û piştevaniya piralî ji bo parastina ewlehî û aramiyê û sînordarkirina zêdetir a pirsgirêkan hevnêrîn bûn.

“Civîn pêngava salê ye”

Serokê Navenda Erebî ya Çavdêrî û Lêkolînê Mihemed Ereb jî li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Zayd Al Nehyan ji Rûdawê re eşkere kir ku ev serdan ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê “pêngava salê” ye.

Mihemed Ereb ji Rûdawê re da zanîn ku Kurdistan ji ber potansiyela xwe ya aborî di warê çandinî, maden û berhemanînê de ji bo hemû welatên Kendavê balkêş e.

Li gorî gotina Mihemed Ereb çavên welatên Kendavê li ser Herêma Kurdistanê ye.

 


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst