Riha - Otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes birîndar bûn

25-05-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Otobusa Rêwiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan wergeriya, 5 rêwî birîndar bûn.

Li ser rêya sereke ya Rihayê û navçeya wê Sirûcê otobusa rêwiyan a ku welatiyê bi navê Cemîl S. diajot ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de 5 kesên di otobusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar rakirin nexweşxaneyên Rihayê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û metirsî li ser jiyana wan nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst