Serok Barzanî: Rêya çareserkirina aloziyan diyalog e

25-05-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Qeter Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê bi şandeyake Wezareta Karên Derve ya Qeterê re civiya.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê de ragihand ku îro li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî şandeya Wezareta Karên Derve ya Qeterê qebûl kir.

Di şandeya Qeterê de Sekreterê Giştî yê Wezareta Karên Derve yê Qeterê Ehmed Bîn Hesen Elhemadî û Balyozê Qeterê yê Îraqê Sultan Bîn Mubarek Elkubeysî û Konsulê Giştî yê Qeterê yê Hewlêrê Husên Bîn Elî Elfezale hebûn.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya herêmê û gef û metirsiyên li ber aramiya herêmê danûstandina bîr û ramanan hat kirin.

Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku rya herî baş a ji bo çareserkirina aloziyan diyalog e û rêya diyalogê dûrketina ji şer û kavilkariyê ye.

Di hevdîtinê de tekezî li ser geşbûna pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê yên di warên geştyarî, aborî û avadaniyê de hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst