Amed - Li Komeleya Parastina Dîkan dîk berdan hev: 7 kes hatin desteserkirin

25-05-2024
RÛDAW
Nîşan Licê Amed PKK Artêşa Tirkiyeyê Operasyon Şerê Dîkan Komeleya Parastina Dîkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi tohmeta dîk berî hev dane 7 kes hatin desteserkirin.

Herwiha bi heman tohmetê li 46 kesan jî 295 hezar û 470 lîre ceza hat birîn.

Polîsan li ser agahiya ku li “Komeleya Parastina Dîkan” a li navçeya Rezanê ya Amedê dîk berî hev didin lêkolîn da destpêkirin.

Polîsên ku wekî temaşevan ketin hindir dît ku li wê derê dîk berî hev didin û li ser wan şert digirin.

Li ser vê yekê operasyona hat lidarxistin û di encamê de kesên bi navê A.G, M.Î, A.B, A.A, H.Y, C.Y. û S.A hatin desteserkirin.

Herwiha di heman operasyonê de polîsan dest danî ser 41 hezar lîre û 16 dîkan.

Li aliyê din li 46 kesan bi giştî 295 hezar û 470 lîre ceza hat birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst