Li Amedê operasyon: Kesekî canê xwe ji dest da

25-05-2024
RÛDAW
Nîşan Licê Amed PKK Artêşa Tirkiyeyê Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê ya Bakurê Kurê Kurdistanê di operasyoneke artêşa Tirkiyeyê de kesekî canê xwe ji dest da.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li gundê Nenyasê yê navçeya Licê ya Amedê operasyoneke bi navê “Bozdogan-40” pêk aniye.

Li gorî daxuyaniyê, operasyon bi hevkariya Fermandariya Cendirmeyan, Serokatiya Îstîxbaratê ya Cendirmeyan û Serokatiya MITê hatiye kirin.

Yerlîkaya ragihand ku di operasyonê de di navbera cendirmeyan û gerîlayên PKKyê de şer derketiye.

Herwiha Yerlikaya diyar kir ku di encama wî şerî de berpirsekî PKKyê bi navê Mehmet Yildirim ê bi nasnavê “Sofî” canê xwe ji dest daye û leşkerek jî birîndar bûye.

Lê çavkaniyên cûda yên medyayê derbarê bûyerê de dibêjin ku kesê canê xwe ji dest daye welatiyekî sivîl e.

li aliyê din, heta niha PKKyê li ser mijarê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Li navçeya Licêyê nêzîkî hefteyekê ye operasyonên leşkerî berdewam in.

Doh di çarçoveya wan operasyonê de Hevserokê Şaredariya Licê ya DEM Partiyê jî di nav de 5 kes hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst