Li Rojavayê Kurdistanê agir bi zeviyên çandiniyê ket

25-05-2024
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Agir Zevî Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê agir bi hinek  zeviyên çandiniyê ket.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, li bajarê Amûdê  û gundewarê bajarê Tirbe Spiyê agir bi beşekî zeviyên cotyaran ket.

Di encamên de, bi hezaran donim zeviyên genim şewitîn.

Li gorî çavkaniyên taybet ku ji Rûdawê re axivîne, ew agir hatiye kontrolkirin.

Her li gorî zanyariyên Rûdawê, bi alîkariya otomobîlên navçeyên Til Koçer, Girê Fatê, Girkê Legê, Çil Axa û bi alîkariya xelkê, agirê gundê Nasiriyê, bi rûberê 150 donim zeviyên ku genimê wan hatibû çinîn, hatiye vemirandin.

Ew agirê ku îro demjimêr 08:15  dest pê kir, demjimêr 11:00yê nîvro hate vemirandin.

Hat zanîn ku piraniya şewatê jî li derdora Amûdê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst