Amed - Hevserokê Şaredariya Licê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê Amedê di operasyonekê de Hevserokê Şaredariya Licê Firat Demir û 4 kesên din bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Amedê, tîmên girêdayî Şaxa Rûbirûbûna Terorê û Fermandariya Cendirmeyan li navçeya Licê operasyonên hevdem kirine.

Hêzên ewlehiyê di operasyonan de bi ser 5 navnîşanan de girtine.

Di encamê de bi îdiaya “alîkarî û propagandaya rêxistinê” 5 kes hatine desteserkirin.

Herçiqas di daxuyaniya parêzgariyê de navê hevserokê şaredariyê nehatiye dayîn lê di heman operasyonê de Hevserokê Şaredariya Licê Firat Demir jî hatiye desteserkirin.

Hat ragihandin ku kar û barên yasayî yên wan 5 kesan temam bûne û hêzên ewlehiyê ew birine dadgehê.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKyê desteserkirina rêveber û endamên DEM Partiyê berdewam e.

Beriya çend rojan hatibû ragihandin ku li navçeya Licê ya Amedê operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin.