Serok Barzanî: Bi ruhê nîştimanperweriyê û biratiyê pirsgirêkan çareser bikin

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Şoreşa Gulanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî got, berjewendiya Herêma Kurdistanê di ser hemû berjewendiyan re ye û daxwaz ji aliyên Herêma Kurdistanê kir ku nakokiyên siyasî çareser bikin û bi ruhekî nîştimanperwerî û biratî pirsgirêkan çareser bikin.

Serok Barzanî îro Pêncşemê 25ê Gulana 2023an di salvegera 47 saliya Şoreşa Gulanê de peyamek belav kir û tê de bal kişand ser nakokiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û got, “Ez hêvîdar im, aliyên siyasî yên Kurdistanê bikaribin nakokiyên xwe yên siyasî çareser bikin û hemû bi ruhê nîştimanperwerî û biratiyê pirsgirêkan çareser bikin.”

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû qehreman, Pêşmerge û têkoşerên ku di Şoreşa Gulanê de rol lîstine, dikim. Ez spasiya fedakarî û berxwedana gelê Kurdistanê dikim ku di qonaxeke hesas de piştevaniya Şoreşa Gulanê û Pêşmerge kirin.”

Serok Barzanî her wiha anî ziman, “Bi hezaran silav ji bo şehîdên Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînim ku bi xwîna xwe ji bo gelê xwe dîrok nivîsandin û hemû mînakên qehremanî û radestnebûnê û xweneçemandinê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst