Li Dîlokê 5 kes bi hinceta PKKê hatin desteserkirin

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlok ê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKê 5 kes hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Emnî ya Dîlokê di kordîneya Serdozgeriya Komarê ya heman parêzgehê de tîmên Şaxa Rûbirûbûna Terorê operasyon pêk anîne.

Herwiha bi hinceta ku di 30ê Nîsanê de beşdarî şahiya pîrozbahiya Newrozê bûne û li wê derê propagandeya PKKê kirine 5 kes hatine desteserkirin.

Heman rojê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jî ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de Partiya Çepên Kesk karî hersê kursiyên parêzgehê misoger bike û 3 parlamenter derxistin, polîsan bi ser gelek malan de girtin û li gor agahiyên hatine belavkirin herî kêm 30 kes bi tohemtên “propagandeya rêxistinê” û endambûna rêxistinê” hatine desteserkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst