Qubad Talebanî: Mazlûm Kobanî mêvanê hevpeymaniyê bû lê me berdêl da

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku di geram duyem a hilbijartina serokomariya Tirkiyê de, şansê bi ser ketina Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ji yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu zêdetir e û got: “Piraniya rapirsiyên beriya hilbijartinan Erdogan li pêş nîşan nedidan, lê dema em li encaman dinêrin, Erdogan li pêş e. Bi baweriya min rêjeya dengên Erdogan dê di gera duyemîn de hêj zêdetir bibe.”  Derbarê bombebarakirina balafirnaxeya Silêmanyê de jî Talebanî got: “Em gelek caran dibin qurbaniyên daxwazên kesên din. Hevpeymanên me mêvanek vedixwîne Silêmaniyê, lê em berdelê didin.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, bû yekem mêvanê bernameya nû ya Rûdaw TV ya bi navê “Bestoon Talk” ku bi moderatoriya Bêstoon Xalid tê pêşkeşkirin.

Talebanî bersiva pirsên ciwanên Zanîngeha Kurdistanê yên derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û pirsgirêkên têdildarî Başûrê Kurdistanê da.

Petrola Kurdistanê

 

Talebanî di bersiva pirseke ciwanekî ya derbarê yasaya petrolt û gaza Kurdistanê de, amaje bi wê yekê kir, ku piştî biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya roja 15ê Sibata 2022ê, guhertineke ji binî ve çêbûye.

Talebanî diyar kir ku li gorî biryara Dadgeha Navdewletî ya Tahkîmê ya Parîsê di Adara 2023an de û li gor rêkeftina piştê wê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, Kompaniya Bazirganiya Petrola Iraqê (SOMO) berpirsê firotina petrola Kurdistanê ye û got: “Ev rêkeftin dikare wiha bike pirsgirêka petrolê ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bi yekcarî çareser bibe.”

Derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de, Talebanî bi bîr xist ku niha mijara destpêkirina hinartina petrolê veguheriye pirsgirêkek di navbera Iraq û Tirkiyê de ye û ji bo destpêkirinê niha Bexda li benda bersiva Enqerê ye.

Li ser pirsa Bêston Xalid a “Sedema ku heta niha Enqerê bersiv nedaye erdhej û hilbijartinên Tirkiyê ye, yan sedemên din hene?” Talebabî wiha got: “Me weke Herêma Kurdistanê piştî rêkeftinê erka xwe pêk anî. Wek hûn jî dizanin rewşa herêma me aloz e. Li Tirkiyê hilbijartin hene, erdhej çêbû. Ev dosya niha ji destê me derket, li bendê ye ku di navbera Bexda û Enqerê de çareser bibe. Eger bi ya me be, dê  ji sibê ve hinardekirina petrolê dest pê bike.”

Gotina Talebanî ya di Foruma MERI de ku gotibû “petrola Kurdistanê kê difiroşe ne girîng e” hat behskirin û li ser vê jî wî got: “Eger SOMO bikaribe bi bihayekî bilindtir bifiroşe ku sûdê bide Iraq û Herêma Kurdistanê, bila bifroşe. Aqilê vê yê aborî tune ye. Çima tiştek ku hûn dikarin bi du dolaran bifroşin bi yek dolarî difiroşin?”

Talebanî eşkere kir ku aliyê Tirk jî dê şert û mercên SOMO yên li ser bihayan qebûl bike.

Hilbijartina Serokomariya Tirkiyê

 

Qubad Talebanî di bersiva pirsekê derbarê gera duyem a hilbijartina serokomariyê Tirkiyê de wiha got:

Ev çend roj in hilbijartina Serokomariya Tirkiyê di rojeva me hemûyan de yee. Hêj ne diyar e ka kî dê di hilbijartinê de bi ser bikeve. Em bi balkêşî li rewşê temaşe dikin. Di gera yekem de ti berbijêrekî piraniya dengên pêwîst bidest nexist. Ji ber vê yekê hilbijartin bo gera duyem ma. Bi dîtina min hêj zû ye ku em binirxînin ka gelo dê guhertinek di siyaseta derve ya hikûmeta nû ya piştî hilbijartinan de were avakirin, li hember Herêma Kurdistanê çêbibe yan na. Li ser vê mijarê gelek şîroveyên cuda hene, helbet hinek ji wan şaş in. Hin kes dibêjin eger Erdogan nemîne dê pirsgirêka Kurd li Tirkiye, Iraq û Sûriyê çareser bibe. Bi xwe, ez difikirim ku mesele ne ew çend spî an reş e. Di nav her du hevpeymaniya de jî (Cumhur û Millet) aliyên ku li hember pirsgirêka Kurd, doza Kurd û heta neteweya Kurd xwedî hesasiyetên kûr in hene. Divê em pêşiya tiştan negirin. Bandora me jî li ser encaman nîne, ji ber vê yekê divê em objektîf bin û hewl bidin ku li gorî rewşa ku derkeve holê xwe biguncivin. Hêvîdar im ku di navbera Tirkiye û Iraqê de, di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, peywendiyên gelek baş çêbibin û guhertinên ku rû bidin jî, bandoreke neyînî li rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê neke.”

Talebanî diyar kir ku nîşaneyên serkeftina Erdogan zêderin û wiha pê de çû: “Dema ku mirov li encamên rapirsiyên beriya hilbijartina (14ê Gulanê) dinêre, piraniya wan Erdogan li paş nîşan didan. Lê hûn li encaman binêrin, Erdogan li pêş e. Bi baweriya min rêjeya dengên Erdogan dê di gera duyemîn de hêj zêdetir zêde bibe. Lê dîsa jî em nizanin. Jixwe ev siyaset e, dibe ku sibe ê geşedaneke nû çêbibe û hemû nirxandinên min pûç bike.”

Serdana Mazlûm Kobanî û bombebarana firokexaneya Silêmaniyê

 

Di bersiva pirseke ciwanekî ya derbarê êrişên Tirkiyê û Îranê yên bi dornan li ser axa Herêma Kurdistanê de Talebanî got ku Herêma Kurdistanê di vî warî de li hember Iraq, Îran û Tirkiyê bêçare ye.

Derbarê mijarê de Talebanî wiha axivî: “Qada me ya hewayî ne di bin kontrola me de ye. Em bi awayekî axa xwe kontrol dikin. Gelo ti rayeya me heye ku rê nedin balafirên bêmirov, F16, Apache yên welatekî ku gundekî di nav sînorên me de bombebaran bikin, an jî nuqteyên leşkerî yên hêzên Rojhilatlî û Kurdên Bakur bikin armanc? Bi rastî, ez ji şermezarkirinê westiyam. Tu carekê, du caran şermezar dikî... Ev jî hinekî bi serweriya Iraqê ve girêdayî ye. Em beşek ji Iraqê ne û divê hinekî sûd jê were. Eger zirarê bide me, wê demê serweriya Iraqê li ku ye? Balafirxaneya Silêmaniyê hat bombekirin, kesî tiştek negot. Kesên axivin jî xwezî tiştek negotana. Ez çûm Bexdayê, hezar û yek behane nîşan dan. Encama min ji vê derxistî ev e; Ji bilî Kurdan mafê her kesî heye ku serweriya Iraqê binpê bike. Îran bi kêfa xwe binpê dike, kes dengê xwe dernaxe. Tirkiye binpê dike, kes qala wê nake. Carnan hevalbendên me r jî binpê dikin û kes tiştekî nabêje. Lê gava Kurd li ser pirsa serweriya Iraqê biçekê bifkirin, dibêjin na, ev cudaxwazî ye. Min nekariye vê yekê fêm bike.”

Ji bo van gotinên Talebanî çepik hatin lêxistin.

Bêston Xalid  ev pirs jî ji Talebanî kir: "Piştî bombebaranê hûn çûn Enqerê, encama serdana we çi bû?" Talebanî jî li ser pirsê wiha got: “Bila ev ji rojek din bimîne.”

Li ser pirsa “Bi kêmanî, garantî heye ku welatiyên Silêmaniyê şevek jî be bi rehetî bêyî tirsa firokeyên bê firokevan razin?” Talêbanî got: “Em gelek caran dibin qurbaniyên daxwazên kesên din. Hevpeymanên me mêvanek vedixwîne Silêmaniyê, em bedel didin.”

Li ser pirsa “General Mazlûm Kobanî (Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk) li ser vexwendina Amerîkiyan hat Silêmaniyê?" jî  Talebanî ev bersiv da: “Ew ne li ser vexwendina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hat. Em di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de bi Kurdên Rojava re hevalbend in û em vê ji kesî venaşêrin. Me ji hemû cîhanê re gotiye. Hevpeymaniya Navneteweyî û Tirkiye bi xwe jî vê yekê dizanin. Em ne şerm dikin, ne jî vedişêrin, berovajî vê yekê em serbilind in.”

Talebanî herwiha got: “Parlamentoya Kurdistanê biryar da bi hemû derfetên xwe alîkariya xwişk û birayên me yên li Rojava bike.”

Peywendiyên PDK û YNKê

Qubad Talebanî da zanîn, piştî ku biryar hat dayîn careke din beşdarî civînên Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bibin, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyan û ji bo piraniya pirsgirêkên di navbera partiyan de çareserî hatin dîtin.

Talebanî got: “Li hember gefên ku Herêma Kurdistanê di paşerojê de rûbirûyê wan dibe, me ligel Serokwezîr û Encûmena Wezîran rêkeftinek kir.”

Cîgirê Serokwezîr Talebanî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku bi rêkeftina petrol û bûdceya ligel Iraqê û herwiha rêkeftina navbera aliyan dê pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê ji holê bên rakirin.

Talebanî got, “Nebûna Mam Celal di partiyeke weke YNKê de erdhejek çêkir. Helbet ez dikarim bibêjim ku ev yek bandorê li ser YNK, Iraq û Kurdistanê jî dike.”

Talebanî amaje bi wê yekê jî kir, ku Serok Nêçîrvan Barzanî hertim roleke erênî di lihevkirina aliyan de lîstiye û got, “Ez nayê bîra min ku ez beşek ji aloziyan bûm. Ji ber wê jî bi dîtina min daxwaza wezîrên YNKê bo vegerandina civata wezîran guncaw tê dîtin.”

Talebanî amaje bi wê yekê jî kir, ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hertim roleke erênî di lihevkirina aliyan de lîstiye û got: “Nayê bîra min ku ew bibû beşek ji rageûiyan. Ji ber wê jî bi dîtina min daxwaza wî ya ji bo vegerê ji aliyê wezîrên YNKê guncaw hat dîtin.”