Parlementerê HUDA PARê Serkan Ramanlî li ser sonda parlementeriyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerê HUDA PARê yê bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê Serkan Ramanlî gotiye, bi nêrîna wî nivîsa sonda parlementeriyê şaş e û divê bê guhertin. Piştî zêdebûna bertekan li Tirkiyê, Serkan Ramanlî daxuyaniyek din da û got, ew jî wek her kesên din pabendî sonda parlementeriyê ne.

Serkan Ramanlî ku di heman demê de Berdevkê HUDA PARê ye, li navçeya Siwêrega Rihayê beşdarî bernameyeke ligel rêxistinên civaka sivîl bû.

Di wê bernameyê de Serokê Şaxê Rihayê yê HUDA PARê Emîn Ozaslan û Serokê Şaxê Siwêregê yê HUDA PARê Abdurrahîm Simak jî bi Ramanlî re bûn.

Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanlî di wê çalakiyê de ji bo gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê ji Recep Tayyp Erdogan re piştgirî xwest.

Serkan Ramanlî herwiha behsa naveroka sonda parlementeriyê ya li Tirkiyê jî kir û ragihand, ku ew naveroka sondê rast nabînin û daxwaz kir, ku metna sondê bê guhertin.

Ramanlî diyar kiriye, çawa ku bi salan sonda sibehan a ku bi xwendevanan didan xwendin şaş be, di nivîsa sonda parlementeriyê de jî şaşîtî heye û divê bê guhertin.

Parlemenerê HUDA PARê yê li Êlihê wiha gotiye: “Gelo naveroka wê sondê rast e? Li gor min Na. Çawa ku zarokên me serê sibê hînî nivîseke li ser îdeolojiyê, li ser diyarîkirina hebûna xwe kirin. Çawa xelet bû, çawa hate rast kirin. Me di bernameya partiya xwe de jî nivîsîbû ku divê metna sondê bê guhertin. Em nafikirin ku nivîsa sondê rast e. Çawa ku zarokên me her sibe nivîsek li ser îdeolojiyê, diyarîkirina hebûna xwe didin. Çawa ku xelet bû, çawa hate rastkirin. Me di bernameya partiya xwe de nivîsand, divê metna sondê bê guhertin. Em nafikirin ku metna wê sondê nivîseke rast be.”

Ramanlî herwiha gotiye: “Divê tu kes li ser îdeolojiyê sond nexwe. Ez ne ji CHPê me. Çima ez li şeş tîrên CHPê sond bixwim. Em dibêjin divê mirov ji belaya hemû îdeolojiyan rizgar bibe.”

“Emê pabendî sondê bibin”

Ev axaftinên Serkan Ramanlî li Tirkiyê bûne sedema karvedanên mezin.

Piştî karvedanên berfireh, Serkan Ramanlî li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di mijara sonda parlementeriyê de ti dudiliyek nîne û her kesek neçar e ku pabendî yasayan bibe û ew jî dê pabend bibin.

Serkan Ramanlî di peyama xwe de wiha dibêje: “Di mijara sonda parlementeriyê de ti dudiliyek nîne. Her kes neçar e ku pabendî yasayan bibe. Emê jî pabend bibin. Bila ti kes li pey têgihîştineke vala nebe. Ev ji bo ti kesî nabe nan.”

Li gorî ku hatiye belavkirin, nakokiya wî parlementerê HUDA-PARê li gel hevokekê ye ku dibêje, “Ez li pêşberî netewa Tirk a mezin sond dixwim.”