Li Colemêrgê herî kêm 30 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di serdegirtinên malan de herî kêm 30 kes hatin desteserkirin.

Di demekê de ku sê roj mane ji bhilbijartina serokkomariya Tirkiyê re, operasyonên hêzên emnî li wan bajarên ku dengên YSPê lê zêde bûn, berdewam in.

Li Colemêrgê di hilbijartinên Gulanê de ku Partiya Çepên Kesk karî her sê kursiyên parêzgehê misoger bike û 3 parlamenter derxistin, îro Pêncşemê 25ê Gulana 2023an polîsan bi ser gelek malan de girtin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, di operasyona îro de herî kêm 30 kes bi tohemtên “propagandeya rêxistinê” û “endambûna rêxistinê” hatine desteserkirin.

Navên hinek ji kesên hatine desteserkirin wiha ne: Omer Çitak, Rojbin Şahinoglu, Yusuf Şahinoglu, Ferhat Toregûn, Remziye Ûrgûn, Bedran Ogmen, Bedran Ozdel, Vedat Dogan, Bariş Kameri, Musa Yigit, Naif Beyter û Bûnyamin Seven.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di wan salên dawî de bi “hinceta PKKê” gelek welatî û siyasetmedarên Kurd desteser kirine.