Tirkiye; Dengdana derveyî welat bi dawî bû û rêjeya dengdanê ji gera yekem zêdetir e

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo gera duyem a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyê, ku dê 28ê Gulanê bê kirin, li nûnertiyên derveyî welat ên Tirkiyê û li deriyên sînorî milyonek û 889 hezar û 398 kesan deng dane.

Ji bo gera duyem a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyê, proseya dengdanê li nûnertiyên derve yên Tirkiyê duh 24ê Gulanê di demjimêr 22:00an bidawî bû. Lê belê li deriyên sînorî dengdan dê heta 28ê Gulanê demjimêr 17:00an berdewam bike.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK), heta 24ê Gulanê demjimêr 23:00 li nûnertiyên derveyî welat û li deriyên sînorî bi tevahî milyonek û 889 hezar û 398 kesan deng dane.

Di gera duyem a hilbijartinê de rêjeya dengdayîna derve ji gera yekem bilindtir bû.

Di gera yekem a hilbijartina parlamentoyê û serokkomariyê de li nûnertiyên derveyî welat û li deriyên sînorî bi tevahî milyonek û 839 hezar û 470 kesan deng dabûn.

Dengdana derveyî welat ya ji bo gera duyem a serokkomariya Tirkiyê di roja Şemiyê 20ê Gulanê de destpê kiribû û duh 24ê Gulanê bidawî bû.

Gera duyem a hilbiajrtina serokkomariya Tirkiyê dê di 28ê Gulanê (3 rojên din) de bê lidarxistin û berbijêrên Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan û Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu dê rikeberiya hev bikin.

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst