HSD: Me 2 sîxurên îstixbarata Tirkiyê girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan 2 sîxurên îstixbarata Tirkiyê (MIT) girtine ku agahiyên li ser cihên leşkerî ji Tirkiyê re dişandine.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dibêje ew kesên ku hatine girtin her li ser Rêveberiya Xweser hem jî di derbarê fermandarên HSDê de agahî didane MITê.

Li gor daxuyaniya HSDê ew sîxur li xwe mikur hatine ku wan li cihên leşkerî yên li Til Temir, Zirgan, Amûdê û Dirbêsiyê zanyarî didan Tirkiyê û destê wan di êrîşa li dijî Rêzan Gulo de hebû ku Rêzan Gulo fermandarekî bilind yê HSDê bû.

HSDê navên kesên ku hatine girtin jî ragihand, Îlyas Mihemed El-Rahîle û di sala 1997an de li Dirbêsiyê ji dayik bûye, yê din jî bi navê Hemîd Xelîl El-Ehmed e ew jî di sala 1998an de li gundê Xerza yê Amûdê ji dayik bûye.