Aydin Marûf: Pêşniyara tevlîbûna pêkhateyan bo Pêşmerge gaveke girîng e

25-05-2022
RÛDAW
Wezîrê Herêma Kurdistanê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Etnîkî û Olî Aydin Marûf dibêje pêşniyara tevlîbûna pêkhateyan bo Pêşmerge gaveke girîng e
Wezîrê Herêma Kurdistanê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Etnîkî û Olî Aydin Marûf dibêje pêşniyara tevlîbûna pêkhateyan bo Pêşmerge gaveke girîng e
Nîşan Aydin Marûf Nêçîrvan Barzanî Pêkhateyên Kurdistanê Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Herêma Kurdistanê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Etnîkî û Olî Aydin Marûf, pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo tevlîbûna pêkhateyan di nava Hêzên Pêşmerge de bi pêngaveke bi girîng pênase kir û got: "Serok Nêçîrvan Barzanî hertim piştevaniya mafê hemû pêkhateyan Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ya li merasima derçûna Akademiya Leşkerî ya Qelaçolan li Silêmaniyê de tekezî li ser yekxistina Hêzên Pêşmerge di bin banekî de kir. Barzanî herwiha pêşniyara avakirina hêzên taybet ên pêkhateyên din di nava Hêzên Pêşmerge de kir.

Nêçîrvan Barzanî gotibû: “Divê em bi cidî dest bi tevlîkirina hemû pêkhateyên Kurdistanê di nava hêzên Pêşmerge de bikin, gelekî girîng e ku Tirkmen, Asûrî, Keldanî, Suryan, Êzidî û hemû pêkhate bi rêjeyeke berçav beşdarî Hêza Pêşmerge bibin. Ev ne xerîbê dîroka Pêşmerge û xwîna bi sedan Pêşmergeyên Ereb, Mesîhî, Êzidî û Tirkmenan e di destanên Pêşmergeyan de ku bi xwîna xwe nivîsandine.”

"Nêçîrvan Barzanî hertim piştevaniya mafên pêkhateyan kiriye"

Wezîrê Herêma Kurdistanê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Etnîkî û Olî Aydin Maruf ku beşdarî bultena "Koroj" a televîzyona Rûdawê bû, pêşniyara Nêçîrvan Barzanî nirxand.

Marûf got, “Pêşniyara ku pêkhate bila di nava Pêşmerge de cih bigirin, pêşniyareke guncaw û gelek girîng e. Pêşmerge hêzeke netewî ye. Serokê Herêma Kurdistanê di vê pêşniyarê de cidî ye. Wî her tim piştevaniya mafên pêkhateyan li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.”

"Pêkhate bi awayekî çalak beşdarî şoreşa Kurdistanê bûn"

Marûf diyar kir ku bi biryareke hevpar a Parlamentoya Kurdistanê, Encûmena Wezîran û aliyên siyasî ve pêkhateyên herêmê dikarin tevlî Hêzên Pêşmerge bibin û got, "Divê girîngiyeke taybet li ser vê mijarê bê dayîn, da ku li ser vê mijarê beşdarbûna pêkhateyan pêk were. Di şoreşa Kurdistanê de Tirkmen, Aşûrî, Suryanî û Keldanî bi awayekî aktîf beşdarî şoreşê bûn û di Raperînê de li kêleka Pêşmergeyan bûn.”

Marûf amaje bi wê yekê jî kir ku hebûna pêkhateyan li Herêma Kurdistanê dewlemendiyeke girîng e û got, “Beşdarbûna pêkhateyan di warê ewlehiyê de ji aliyê manewî ve jî gaveke gelekî girîng e. Bi vê pêngavê re dê nemana ferqa hevwelatiyan bihêztir bike, ku ti cudahî di navbera wan de nîne, çi civak û baweriya wan be û hemû jî hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ne. Ji vî alî ve pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê girîngtir dibe û divê li ser vê mijarê xebat bên destpêkirin."

"Ev gav dê hevgirtina di navbera pêkhateyan de xurt bike"

Marûf herwiha dest nîşan kir ku li Herêma Kurdistanê çanda jiyana hevbeş bi hêz e û got, eger ev pêşniyar bikeve jiyanê dê girêdana jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan û çanda pêkvejiyanê hêj bihêztir bibe.

Li ser pirsa rêjeya pêkhateyên di nava Pêşmerge û hêzên ewlekariya navxweyî de Marûf ev bersiv da:“Amarên fermî li ser rêjeya beşdariya pêkhateyên di nava Pêşmerge û hêzên girêdayî wezareta navxwe de li ber destê me nînin. Lê di dema ku DAIŞê êrîşî Şingal, Mûsil û Deşta Neynewayê kir, hêzên taybet ên Kakayî, Êzidî û Xiristiyanan di nava Hêzên Pêşmerge de hatin avakirin. Her wiha me daxwaz kir ku yekîneyên Tirkmenan jî ji bo parastina herêmên Mûsil û Telaferê bi hev re li gel Pêşmerge bên avakirin.”

Wezîrê Herêma Kurdistanê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Etnîkî û Olî di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: "Rast e di derbarê hejmara pêkhateyên ku di nava hêzên ewlekariya navxweyî û hêzên Pêşmerge de beşdar bûne ti agahî nînin, lê pêkhate bi awayekî çalak di nava hêzên Pêşmerge, polîs û asayîşa giştî de cih digirin."

"Nêçîrvan Barzanî xwedî karîzmayeke siyasî ye"

Herî dawî Marûf tekez kir ku divê li ser pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kar bê destpêkirin û got, "Serokê Herêma Kurdistanê kesayetiyeke siyasî yê xwedî bibandor e û xwedî karîzmayeke bihêz a siyasî ye. Her tim weke kesekî nerm û piştevanê mafên pêkhateyan tê zanîn. Li ser pêşniyara wî, divê Wezareta Pêşmerge û aliyên siyasî di paşerojê de bi awayekî piraktîkî û cidî kar bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst