Ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê bingeheke tendirustiyê hat vekirin

25-05-2022
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Penaberên Rojavayê Kuridstanê Bingeha Tendirustî Kewirgosk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Netewên Yekbûyî dixwaze penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku di kampên Herêma Kurdistanê de dimînin, tevlî civakê bike. Li ser vê yekê UNHCR li nahiya Kewirgoskê li qeza Xebat ya parêzgeha Hewlêrê rêxistia UNHCR û Rêveberya Koç u Koçberan bingeheke Tendisuritî vekirin.

Di bingeha tenduristî de 9 pizîşk xizmetguzari yan pêşkêş dikin, hem xelkê navçeyê û hem jî malbatên penaberên Rojavayê Kurdistanê jî ku di Kampa kewirgosik de niştecîne dikarin sûdê jê wergirin.

Cîgira nûnera UNHCR li Iraqê  Nicole Epting got "Gav bi gav. Ev duyem proje ye bi vî rengî, lê çavê me li projeyên din jî heye, bo nimûne di warê perwerdê de jî. Ku em dixwazin li Kewirgoskê dibistanekî ava bikin. Dibistaneke hem  ji bo xelkê û hem ji bo penaberan were amadekirin, ji bo penaber tevlî vê civakê bibin."

Rêveberê tendirustiya Xebat Dr.Hêriş Seîd dibêje "Reng e hinekî kêmasî ji aliyê staf û amûrên bijîşkî hebin, lê tişta niha li ber dest, ew e ya ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û vê rêxistinê hatine amade kirin. Lê hêviya me ji vê astî bilindtir û zêdetirin ji bo dabînkirina kelûpel û amûrên herî baş ji bo xelkê."

Piştî heftiyekê din wê amûrên tendirutî yên vê bingeha ku ji sala 88an ve hatiye avakirin werin veguhestin ji bo bingeha nû. Li gor xelkê deverê, xizmetguzariyên bingehê ne di asta pêdivî de ye.

Xelka Kewirgoskê Binefiş Ebdulmenaf  diyar kir "Rojane ez hest bi azaran dikim û ji ber nexweşiya xwe şevan xew nakevê çavê min û pêdiviye her çend rojekî herim Hewlêrê, lê eger hemû xizmetguzariyan li vê bingehê pêşkêş bikin, reng e ji bo min û gelek kesên din baştir be."

Xelka Kewirgoskê Asîma Hamid ragihand "Gelek jinên ducanî di rêde zarokên xwe ji dest dan. Nabê, divê beşê zayînê jî hebe."

Xelka Kewirgoskê Kezîba Letîf got "Me beşa jinan û zarokan herweha pêwîstiya me bi pişkinênên soner jî heye, di heman demê de em dixwazin xefer jî hebin ji bo ku em bikarin şevan jî seredana bingehê tendrustî bikin."

Avakirina  bingehekê nû di demekî deye ku wê li serê vê mehê, bingehê tendrustî yê kampa Kewrigosk ya penaberên Rojavayê Kurdistanê wê were girtin û renge 30 kes ji stafên bingehê kampê bê kar bimînin.

Perestar Azad Kerîm dibêje "Em 30 karmend in û gelek ji me ev 9 sal e li vê bingehê kar dikin. Dibêjin ku wê tenê 5 karmendan qebûl bikin û reng e her pênc karmend neçin jî. piştî van salên kar em berê xwe bidin ku derê."

Bingeha nû 770 metre dûrî kampê ye. Xelkên 15 gundên nahiya Kewirgosk li gel 8 hezar û 125 penaberên Rojavayê Kurdistanê wê li ser wê bingehê tendirustî ya nû bin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst