Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dixwaze bibe faktora aramî û aştiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşemê 25ê Gulana 2022an pêşwaziya şandeke Parlementoya Yekîtiya Ewropayê ya bi serokatiya Seroka Komîteya Asayîş û Berevaniyê Nathalie Loiseau kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bi şanda Parlementoya Yekîtiya Ewropayê re daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku şanda Parlementoya Yekîtiya Ewropayê li ser armanca serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê diyar kirin ku ew ji bo ji nêzîk ve agahdarî rewşa deverê bibin ku aramiya deverê ji bo Ewropayê gelek girîng e.

Hat diyarkirin ku şanda Yekîtiya Ewrûpayê rol û mêrxasiya Hêza Pêşmerge ya di rûbirûbûna DAIŞê de bilind nirxandine.

Hat ragihand ku Nêçîrvan Barzanî, spasiya hevkarî û alîkariyên mirovî û leşkerî yên welatên Yekîtiya Ewrûpayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî da ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hevahengiya di navbera Pêşmerge û Arteşa Iraqê li deverên maddeya 140ê ji bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê hat kirin û behsa berdewamiya hevahengiyê hat kirin.

Ji bo nehîştina metirsî û gefên DAIŞê, Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku hevkarî û alîkariyên Yekîtiya Ewropayê di warên siyasî, aborî, civakî û perwerdeyê de bo Iraq û bo Herêma Kurdistanê girîng in.

Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da, Nêçîrvan Barzanî behsa çareserkirina hemû pirsgirêkan li gor naveroka destûra Iraqê û bi rêya diyalogê kir.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de diyar kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze bibe faktora aramî û aştiyê li herêmê û ew dixwazin arîşeyên navçeyê bi lihevkirinekê bên çareserkirin.

Her wiha hat destnîşankirin di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê, biryarên Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê li ser yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê, hevkariya welatên Ewropa û civaka navdewletî ji bo derbaskirina rewşa siyasî ya Iraqê, encamên şer ên li Ukraynayê, pêşxistina têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re û mijarên mafên mirovan û wekheviya zayendî hatin gotûbêjkirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Belçîkayê û Nûnerê Nivîsgeha Parlementoya Ewropayê ya li Hewlêrê amade bûn.