Adnan Oktar ji bo zindana Êlihê hat veguhestin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Terîqetekî Îslamî yê bi navê Ednan Oktar, ji zindana Sîlîvrî bo zindana bajarê Êlihê ya Bakurê Kurdistanê hat veguhestin.

Ednan Oktar ku bi tometa avakirina rêxistinekî tawanan û birêvebirina wê rêxistinê, 9 hezar û 803 sal û 6 meh cezayê zindanê lê hatibû sepandin, lê ji ber ku li zindana Silîvriyê jî li gel endamên rêxistina xwe civîn encam dane, ew veguhestine zindana bajarê Êlihê ya Bakurê Kurdistanê.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, beriya niha Ednan Oktar hatibû hişyarkirin ku li gel mûrîdên xwe civînan encam nede ku li heman zindanê bûne, lê Oktar guh nedaye hişyariyan û li ser vê yekê jî Wezareta Dadê ya Tirkiyê biryara veguhestina Oktar bo zindanekî din daye û ew veguhestine zindana Êlihê.

Li gorî heman zanyariyan, mûrîdên Oktar jî xwestine ku pê re bêne veguhestin, lê ew daxwaziyên wan hatine redkirin.