Hewlêr (Rûdaw) – Ligel nêzîkbûna dema vekirina navendên dengdanê li pêş dengderan, helwesta alîgirên hikumet û opozisyona Sûriyê ji hilbijartinên serokatiya Sûriyê her wekî xwe mane û Opozîsyona Sûriyê hilbijartinên serokomariya Sûriyê red dikin.
Navendên hilbijartinên serokatiya Sûriyê dibe Çarşemê 26ê Gulanê li pêşiya dengdêran tên vekirin. Ji xeynî navçeyên di bin destê HSD û opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de, li hinek navçeyên din ên Sûriyê daxwaza boykotkirina hilbijartinan hatiye kirin, bi taybetî li herdu parêzgehên Siweyda û Daraa li başûrê Sûriyê.
Li hin navçeyên li jêr kontrola Sûriyê jî, wekî herdu parêzgehên Siweyda û Deraa, bangewazî ji bo boykutkirina hilbijartinan hatiye kirin.
Ji Parêzgeha Siweyda li başûrê Sûriyê, Endamê Komîteya Şopandinê ya Kongreya el-Qahîre ya Opozisyonê Salih el Nebwanî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got piraniya xelkê girîngiyê nadin van hilbijartinan.
Endamê Komîteya Şopandinê ya Kongreya el-Qahîre ya Opozisyonê Salih el Nebwanî got: “ Di Derbarê hilbijartinên serokatiyê yên niha, sala 2021ê, bi baweriya min, û li gorî ez xelkê li vir dibînim, em dikarin bibêjin rêjeya herî mezin, 80-85-90% guh nadin hilbijartinan û girîngiyê nadin wan, û wan naşoînin, ji ber çend sedeman, ji wan ew wan wekî encameke bivê nevê dibînin û bi şêweyekî rotînî tên kirin.”
El Nebwanî her weha ji Rûdawê re diyar kir ku ev hilbijartin ne rewa ne û wiha pê de çû: “Ji bo me wekî rewtên siyasî, wekî rewta Qemih, an jî Komîteya Kongreya Qahîre, ev hilbijartin ne rew ne, ji ber çend sedeman, ya herî girîng ku ew rêzê li yasa û biryarên navdewletî nagirin ku girêdayî pirsa Sûrî ne, bi taybet biryara 2254 ku li gorî wê divê qonaxeke veguhêz hebe, heta ku hilbijartinên perlemanî û serokatiyê bên encamdan.”
Lê ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Serokê Komeleya Sûriya Yekbûyî Besman el Esaf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku li gorî yasay navdewletî ev hilbijartin rewa ne.
Komeleya Sûriya Yekbûyî Besman el Esaf jî got: “Li vir, em li gorî yasayên navdewletî diaxivin. Belê, tiştê li Sûriyê ji 10 salan ve çêdibe, nearamiyek heye, her weha destêwedan û biryarên navdewletî hene, lê heta niha, eger em bi şêweyekî lokîkî biaxivin, heta niha hikûmeta Sûrî ya heyî ku van hilbijartinan bi rê ve dibe û serpereştiya wan dike, xwdanê rewatiya navdewletî ye, û hîn nûnerê wê li Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayişê ye, lewre, ji aliyê yasayî ve, ev hilbijartin rew ne."
Ev dîmen jî, ji bajrokê el-Kiswe, li gundewarên Şamê ne û taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin. Beşek ji Kurdên ku li vê navçeyê niştecî ne, li ser vexwendina Destpêşxeriya Niştimaî ya Kurdên Sûriyê ahenga piştevaniya Beşar el-Esed di hilbijartinan bi rê ve birin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse