Baroya Mêrdînê: Li girtîgeha Mêrdînê metirsiya Coronayê zêde ye

25-05-2021
Nîşan Baroya Mêrdinê Covid-19 Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Mafên Mirov a Baroya Mêrdînê derbarê rewşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê Raporta Çavdêriyê aşkere kir û diyar kir ku nivîngehên karantînê tendurist nînin û xwest tedbîrên hewce bên wergirtin.

Komîsyona Mafên Mirov a Baroya Mêrdînê, piştî ku hejmara bûyerên Coronayê gihişt 200 kesan û 2 girtiyên ku rewşa wan giran veguhestin bo nexweşxanê, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi girtiyan re hevdîtinek çêkir û encamên hevdîtinê bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Li gor Raporta Çavdêriyê ya Baroya Mêrdînê tê gotin ku kesên amarên Covid-19 li wan peyda dibin demildest nayên karantîne kirin û bo veguhestina nexweşxanê astengî tên çêkirin.

Tespîtên ku hatine kirin di raportê de bi vî awayê tên rêzkirin:

-Bi sedema ku berbirsên girtîgehê tedbîrên hewce wernegirtine, bi awayeke qelebalix li nivîngehan lêgerîn kirine Corona li tevahê girtîgehê belav bûye. Piştî belavbûna Coronayê berpirsa cilên taybet yên dijî coronayê li xwe kirine û tedbîr wergirtine.

-Nexweşên ku divê bo nexweşxanê bihatina veguhestin di demê de nehatiye veguhestin û ji ber vê yekê jî ev rewş dê bibe sedema nexweşiyên hê girantir.

-Ji bo paqijiya nivîngehan û wekî din jî kelûpelên paqijiyê li gor pêwîstî nehatiye dayîn.

-Ligel ku li hinek kesan amarên Coronayê peyda bûne jî nehatine karantîne kirin.

-Li cîhên ku bo karantîne hatine veqetandinê li gor kapasîteyê gelek kes hatine bicîhkirin.

Raporta Çavdêriyê de tê gotin ku derbarê rewşa heyî de nêrîn û daxwazên hewce ji Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re hatine şandin û dibêje"Divê em tekez bikin ku; berpirsiyartiya dewletê ye ku bêyî cûda bike hewceye mafê jiyanê yê her kesî biparêze, gefên li dijî mafê jiyanê ji holê rabike, parastina hebûnên maddî û manevî yên kesan, ji rêzgirtina mirovahiyê û rûmeta microvan biparêze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst