VIDEO - Li Kanî Masê ji ber topbarana Tirkiyê xortek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê îro sînorê bajarokê Kanî Masê li parêzgeha Duhokê topbaran kir û Rêveberê Nahiyeya Kanî Masê, Serbest Sebrî jî ragihand, bi sedema topbarana Tirkiyê bo ser navçeyê ciwanekî ji gundê Dêşîşê birîndar bûye.

Gundê Dêşîşê yê ser bi bajarokê Kanî Masê ve heyama çend rojan e ku ji aliyê Tirkiyê ve bi giranî tê bombebarankirin. Artêşa Tirkiyê îro jî ew gund bi dijwarî topbaran kirin û di encamê de welatiyekî sivîl ê xelkê gund birîndar bûye.

Kesê ku birîndar bûye, ciwanekî 20 salî ye, navê wî Bawer Ehmed e û saçmeyên bombê li piyê wî yê çepê ketine.

Ew ciwan bo Nexweşxaneya Kanî Masê hatiye veguhastin û tê dermankirin û niha rewşa tendirustiya wî baş e.

Bawer Ehmed ê 20 salî xelkê gundê Dêşîşê ye û xwandina xwe ya zanîngehê li Peymangeha Teknîkî ya Zaxoyê qedandiye.

Wî xortê Kurd derbarê çawaniya bûyera birîndarbûna xwe de ji Rûdawê re got, “Îro serê sibê em ji bo avdana bostanê xwe çûbûne gund, lê ji nişka ve topbaranê dest pê kir.”

Bawer Ehmed got: “Îro demjimêr 10 em gihîştin nav gundê Dêşîşê li devera Berwariya Bala, em çûbûn bostanên xwe av bidin, bi merema avdanê, texmînî derdora demjimêr 11:30 em hatin me ça çêkir, daku em çayê vexwin, ser û berê firavînê. Dengê topan hat û top li rexê zinarî dan li hemberî gund, saçmeyên wê li lingê min ketin.”

Bavê wî ciwanî jî dibêje, ji ber bombebaran û topbaranên Tirkiyê bo ser deverê, heta niha zirareke mezin a maddî gihîştiye deverê û xelkê wê.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê di nava sînorê Herêma Kurdistanê de destpê kiriye, ku hêj berdewam e.