Gelo ezmûna Başûrê Afrîkayê dikare ji PKK û Tirkiyê re bibe minak?

Amed (Rûdaw) -  Du dujminên hev ên berê niha destebirayên hev in û welat bi welat konferansên aştiyê li dar dixin. Yek ji wan berê wezîrê berevaniyê û yek jê jî serkêşê rêxistina çekdarî ya Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê bû. Qet ji hev hez nedikirin û li ku hev dîtibana dê hev bikuştina. Lê rojek maseya aştiyê av kirin û aştiyeke mayînde anîn Başûrê Afrîkayê.

 

Şerê çermereş û çermespîyan bi hewldana van herdu kesan bi dawî hat û peymana aştiyê îmze kirin. Em qala Roelf Meyer û Muhamed Bhabha dikin. Herdu jî îro li Amedê bûn. Ew dibêjin ger em li hev hatibin PKK û dewleta Tirkiyeyê jî muheqeq dikarin li hev bên û aştiyeke mayînde ava bikin.


Muhamed Bhabha û Roelf Meyer ji Başûrê Afrîkayê ne û li Amedê azmûna xwe ya aştiyê ya di navbera çermereş û çermespîyan de bi kurdan re parve dikin.


Muhamed Bhabha û Roelf Meyer beriya aştiyê du dujminên hev ên sereke bûn. Meyer  wezîrê berevaniyê û Bhabha jî serkirdeyê rêxistina çekdarî ya Başûrê Afrîkayê ANCê bû. Ji hev bi dehan hezar kes kuştin. Lê rojek rêxistina Bhabha û hikûmeta Meyer biryar dan ku vê xwînê bidin rawestandin û li hev bên. Ezmûna wan a serkeftî niha ji bo gelek welatên ku şer û pevçûn lê hene de bûye hêviya lihevhatinê.


Serokê Desteya Muzakereyê ya Başûrê Afrîkayê ji Partiya Neteweyî Roelf Meyer ji Rûdawê re got: “Beriya 30 salan ez û Muhamed Bhabha dujminê hev bûn. Rêxistina wî ANCê malik li me mîrat kiribû. Şerekî wisa dimeşandin ku welatê me xitimî bû. Hikûmetan nedikarî welat bi rê ve bibin. Me ji hev gelek kes kuştin. Ew serkêşê rêxistinê bû û ez jî serkêşê berevaniyê. Bes me li welatê xwe dest bi pêvajoya aştiyê kir û em bi ser ketin. Xwîn rawestiya. Şer qediya. Êdî kes kesî nakuje. Ez niha bi dujminê xwe yê berê, bi dostê xwe yê pêvajoya aştiyê Bhabha re welat welat digerim û bi van panêlan qala azmûna me ya aştiyê dikim.”


Panela herdu dujminên berê û destebirayên niha, li Amedê hate birêvebirin. Panel di demeke wiha de pêk tê ku grevên birçîbûnê bi dawî dibin û deriyê Îmraliyê jî tê vekirin. Li gorî Muhamed Bhabha kurd û tirk jî dikarin ji azmûna wan îstifade bikin û vê xwînê rawestînin.


Serokê Desteya Muzakereyê ya Başûrê Afrîkayê ji Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê Muhamed Bhabha jî got: “Hewldana me ya aştiyê di çarçoveya mafên mirovan de pêk hat. Em tu caran bi çavên tolhildanê nêzî meseleyê nebûn. Gelek welat û rêxistin niha dibêjin dê em jî aştiyê dixwazin lê yê we Nelson Mandellayê we hebû. Ez jî ji wan re vê dibêjim; dibe ku Nelson Mandellayê we tunebe. Lê hûn dikarin ji tecrûbeyên Mandela sûd werbigrin. Ger PKK û dewlet jî bixwaze pêvajoyeke aştiyê bide destpêkirin, ez jî dikarim alîkariya wan bikim û tecrûbeyên xwe bi wan re parve bikim. Bes ji bo aştiyeke mayînde muheqeq divê saziyên sivîl û zanayên olî jî hebin. Em bi saya wan bi ser ketin.”


Panel ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ve pêk hat. Rêveberên vê panelê di wê baweriyê de ne ku panelên wiha dikare di hêla çareserkirina pirsa kurd de jî bibe rênîşandanek.


Serokê DÎTAMê Mehmet Vural dibêje: “Çima li Bakurê Kurdistanê jî pêk neyê? Em jî saziyeke weke DÎTAMê em dixwazin tiştekî wisa li vir jî çêbe, keda me tê de hebe, navê me tê de hebe, qiseya me tê de hebe. Ger tiştekî wiha pêk bê û keda me tê de hebe em dê xwe pir bextiyar bihesibînin.”


Ezmûna serkeftî ya aştiya li Başûrê Afrîkayê wisa lê kiriye ku niha serkêşên vê aştiya mayînde Muhamed Bhabha û Roelf Meyer li Kenya, Iraq, Başûrê Sûdanê, Madagaskar, Srî Lanka, Yemen, Filistîn û Bahreynê şêwirmendiya aştiyê ya hin partiyan dikin. Lê ger derfet bidin wan, ew dixwazin ji bo aştiya di navbera PKKê û dewletê de jî ezmûna xwe parve bikin.