Mehma Xelîl: Divê rewşa Şingal û deşta Neynewa bê çareserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqamê Qezaya Şingalê daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê dike ku çareseriyeke bilez ji navçeyên Şingal û deşta Neynewa re bibîne, û dawiyê li tevlîheviya vê navçeyê bîne. Ev daxwaza Qeymeqamê Şingalê di demekê de ye ku ji ber avanekirina Şingalê û metirsiya ewlekariyê heta niha ji sedî 85ê xelkê piştî koçberbûnê venegeriyane devera xwe.

 

Qeymeqamê Qezaya Şingalê Mehma Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: "Bê çawa DAIŞê Şingal bicîh hişt her wiha maye, dikarim bibêjim di warê xizmetguzarî de xirabtir bûye, lewra min pêwîst dît daxwazekê pêşkêşî serokwezîrê Iraqê bikim."

 

Mehma Xelîl behsa wê yekê kir ku "Hikûmeta Iraqê Şingal paştguh xistiye, di warê ewlekariyê de rewş xirab e, rêxistinên xêrxwazî û navdewletî nikarin bên Şingalê bo hevkarîkirina xelkê û avakirinê."

 

Xelîl amaje bi wê yekê da, ku di wê daxwaza ji Adil Ebdulmehdî re şandiye, daxwaza danîna planeke bilez kiriye bo avakirin û asayîkirina rewşa Şingalê. Herwiha daxwaza cîbicîhkirina maddeya 140 a destûra Iraqê kiriye.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, ji bo vegerandina aramiyê, vegera koçberan û peydakirina derfeta kar, planeke Amerîkayê bo pêkhateyên deşta Neynewa û Şingalê heye. Di qonaxa yekem de 17 milyon dolar veqetandiye bo derfeta kar bi rêya dana deyn. Meha borî jî, şandeke Herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê kir û derbarê wê planê de li Washingtonê ligel berpirsên Amerîkayê gotûbêj hat kirin. Di heman demê de guşar li hikûmeta Iraqê hatiye kirin daku rewşa Şingalê were asayîkirin.

 

Roja 3ê Tebaxa 2014ê çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin û zêdeyî 6 hezar Kurdên Êzidî hatin revandin, piştre di Mijdara 2015ê de bi beşdarbûna zêdeyî 7 hezar û 500 Pêşmergeyan Şingal hat kontrolkirin û piştî 16ê Cotmeha 2017ê jî Şingal ket destê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê.