Amed (Rûdaw) – Li nexweşxaneyan ji bo kesên ku ji bo rakirina tecrîta li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, amadekarî hatine kirin, parêzerên Ocalan hewl didin, kesên ku di grevê de ne, greva xwe bi dawî bikin.
Berpirsê Ofîsa Amedê ya Rûdawê Maşallah Dekak ragihand, piştî ku parêzerên Abdullah Ocalan çûn Îmraliyê û peyama Ocalan anîn, biryar bû ev peyam ji bo kesên ku di greva birçîbûnê de ne were ragihandin. Parêzerên Ocalan hatin serdana Parlementera HDPê Leyla Guven ku 199 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyama Ocalan jê re xwendin û paşê parêzer bi grevgirtiyên din ên li zindanan ketin têkiliyê û danustandinên wan berdewam in.
Parêzerên Ocalan diyar dikin ku dema danûstandinên wan ên bi grevgirtiyan bidawî bibe, ew dê di demeke kurt de bidawîbûna greva birçîbûnê ji raya giştî re ragihînin.
Maşallah Dekak ragihand ku li nexweşxaneyan ji bo kesên ku ji bo rakirina tecrîta li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, amadekarî hatine kirin.
Herwiha îro li Amedê ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ve konferanseke bi navê "Di avakirina aştiya civakî de rola Rêxistinên Sivîl ên Civakî - Mînaka Efrîqaya Başûr" birêve çû. Di konferansê de behsa wê yekê hat kirin ku li Efrîqaya Başûr aştiyeke mayînde çawa pêk hat, Nelson Mandela çawa ji girtîgehê derket û bû Serokomarê Efrîqaya Başûr û bi kîjan rêbaz û bi kîjan taktîk û stratejiyan li hev hatin û bi ser ketin û pirsgirêka di navbera du gelan de çareser bû. Beşdarên ji Efrîqaya Başûr ezmûnên xwe bi Kurdan re parve dikin.
Sê kesayetên ku di dema danûstandinên Efrîqaya Başûr de tevlî hevdîtinan bûne û kedeke wan a mezin di dema pêkanîna aştiyê de hebûye, beşdarî panela ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ve tê sazkirin, dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse