Tirkiye rê nade li sînorê Dirbêsiyê tevger hebe

Dirbêsiyê (Rûdaw) - Deriyê sînorî yê bajarê Dirbêsiyê yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, heyama çend salan e ku ji tevgerê ketiye û tevgera wê gelek kêm bûye. Herçend ne deriyekî navdewletî ye, lê girîngiya wê ya stratejîk heye û di egera vekirna wê û bikaranîna wê de , sûd û mifayeke zêde li navçeyê dibe.

 

Rêveberê deriyê sînorî yê Dirbêsiyê, Ebdilqadir Mustefa amaje bi astengiya li pêş hatinûçûna li wî deriyê sînorî dike û dibêje: “Cihê rûniştina rêwiyan li ser deriyê sînorî, vala ye. Tenê welatiyên Tirkiyê û hilgirên nasnameya tirkî dikarin derbas bibin, ku bi awayekî giştî, rojê welatiyek tirkî derbas dibe. Ne xelk dikarin serdana mirovên xwe bikin û ne jî nexweş dikarin biçin êşên xwe çareser bikin.”

 

Herwiha welatiyê bi navê Mihemed Xêr Mihemed diyar dike, hikûmeta Tirkiyê ji ber ku deriyê sînorî yê Dirbêsiyê di destê hêzên kurdî de ne, rê nade ku hatinûçûn di wî deriyê sînorî de hebe.

 

Mihemed Xêr Mihemed dibêje: “Di heyama kirîza Sûriyê de biryarek derbarê bikaranîna deriyê sînorî yê Dirbêsiyê weke korîdorek mirovî hatibu dan, lê ew biryar ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve nehat cîbicîkirin, çimku Tirkiye wan hêzên ku derî birêve dibin weke metrsiyekê li ser ewlehiya xwe ya netewî dibîne û serederî kirin bi wê hêzê re danpêdaneke nerasteraste tê naskirin.”