Heşda Şeibî gundê Koço kontrol kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hêza Heşda Şeibî gundê Koço yê kurdên êzidî yê li herêma Şingalê ji destê rêxistina DAIŞê deranî.

 

Heşda Şebî kontrolkirina 4 gundên din li Bakurê Rojhilatê Beacê ragihand.

 

Li gora ragihandineke Heşda Şebî, Hêzên Liwaya 3 ya ser bi heşda Şebî ve gundê Koço li Rojhilatê Beacê ya li Rojavayê Mûsilê kontrol kirin.

 

Li gora daxuyaniya Heşda Şebî hêzên wan gundên Bîska Başûr û Bîska Bakur, Hetemiye û Qabûsiye li bakurê Rojhilatê Beac kontrol kirin.

 

Cîgirê serokê desteya Heşda Şebî Ebû Mehdî Mûhendis ragihand ku hêzên Heşda Şebî duh êvarê operasyonek di bin navê Şehîdên Şengalê de dest pê kirine ku armanca wê operasyonê kontrolkirina navçeyên rojavayê bajarokê Qeyrewan, Beac û sînorê Sûriyê ye.

 

Gundê Koço 18 km ji navenda navçeya Şengalê ji aliyê  parêzgeha Neynewa ve dûr e. Berî ku DAIŞ êrîşî wî gundî bike nêzîkî 4 hezar kes têde dijîyan ku praniya wan Kurdên Êzdî bûn.