Zanîngeha Çewlîgê bi zanîngehên Herêma Kurdistanê re peyman îmze kir

25-05-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Zanîngeha Çewlîgê bi 13 zanîngehên li Herêma Kurdistana re di warê "Peymana Hevkariyê ya Guherîna Akademîk" û "Bernameya Guherînê ya Mewlana" de protokolên hevkariyê îmze kirin.

 

Bi mazûvaniya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê di 17-19ê gulana 2017an da sempozyuma bi navê "Hêviyên Zanîngehan Ji Hevkariya Zanîngehan" hat çêkirin û di encama komxebatên di dema sempozyomê de hatin kirin bi 13 zanîngehên li Herêma Kurdistana rea di warê "Peymana Hevkariyê ya Guherîna Akademîk" û "Bernameya Guherînê ya Mewlana" de protokolên hevkariyê hatin îmzekirin.

 

Di daxuyaniya nivîskî ya Zanîngeha Çewlîgê de derbarê peymanan d agahî hat dayîn.

 

Di daxuyaniya zanîngehê de wiha hat gotin: "Bi mazûvaniya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê di 17-19ê gulana 2017an da sempozyuma bi navê "Hêviyên Zanîngehan Ji Hevkariya Zanîngehan" hat çêkirin û di encama komxebatên di dema sempozyomê da hatin kirin da bi 13 zanîngên li Herêma Kurdistana Iraqê re di warê "Peymana Hevkariyê ya Guherîna Akademîk" û "Bernameya Guherînê ya Mewlana" da protokolên hevkariyê hatin îmzekirin."

 

Hat destnîşankirin ji xeynî Rektorê Zanîngeha Çewlîgê Prof. Dr. Îbrahîm Çapak û Alîkarê Rektor Prof. Dr. Hakan Olgun ji Tirkiyyê û Bakurê Kurdistanê 15 û ji Herêma Kurdistanê 15 bi tevahî nûner û rektorên 30 zanîngehan tevlî komxebatan bûn.

 

Hat diyarkirin di encama komxebetan de di navbera Zanîngeha Çewlîg û Zanîngeha Silêmanî, Zanîngeha Polîteknîk a Silêmanî, Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê, Zanîngeha Selaheddîn, Zanîngeha Duhokê, Zanîngeha Polîteknîk a Duhokê, Zanîngeha Zaxoyê, Zanîngeha Germiyanê, Zanîngeha Helebçeyê, Zanîngeha Koyayê, Zanîngeha Soranê, Zanîngeha Zanistên Beşerî û Enstîtuya Teknikî ya Heybet Siltan de di warê "Peymana Hevkariyê ya Guherîna Akademîk" û "Bernameya Guherînê ya Mewlana" da protokolên hevkariyê hatin îmzekirin û yên heyî jî hatin nûkirin.

 

Tê plankirin bi peyman û protokolên hatin îmzekirin di heyamên pêş de ji Herêma Kurdistanê xwendekar biçin Zanîngeha Çewlîgê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst