Di 4 mehan de 26 hezar otomobîl hatine hawirdekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku tevgereke berbiçav li bazara otomobîlan çêbûye, di nav 4 mehên dawî de 26 hezar û 500 otomobîl hawirdeyî Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Li gor amarên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, di çar sal û çar mehên dawî de 332 hezar otomobîl hawirdeyî Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Herwiha li gor amaran, gava mirov salên dawî yên ku qeyrana darayî heye dide ber hev, sala par rêjeya hawirdekirina otomobîlan ji sedî 74 daketiye. Lê belê di destpêka vê salê de tevgereke baş li bazara otomobîlan heye. Li gor sala par ji sedî 67 firotina otomobîlan zêde bûye.
Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê diyar kir: “Ev hejmara otomobîlan ku îsal hawirdeyî bazar hatine kirin, li gor daxwaza bazarê gelek zêde ye. Ev jî dide xuyakirin ku piraniya wan otomobîlan, ji vir hinardeyî bajarên Iraqê têne kirin.”
Beşek ji bazirganên ku li Iraq û Sûriyê şîrketên wan ên bazirganiya hawirdekirina otomobîlan hebûn, niha li Herêma Kurdistanê nivîsgeh û pêşangehên xwe vekirine û otomobîlên xwe ji vir, ber bi bajarên Iraqê ve hinarde dikin.
Bazirganê bi navê Musena Hesen El-Rawî ku beriya niha li bajarê Der’a yê Sûriyê pêşangeha wî ya firotina otomobîlan hebûye û çend sal e li Hewlêrê şaxeke şîrketa xwe vekiriye, ji Îmaratê otomobîlan bo Herêma Kurdistanê dide anîn û piştre jî bi rêya şîrketên din dide firotin.
Musena Hesen El-Rawî destnîşan kir: “Berê, me salane 50 hezar otomobîl ji Îmaratê dianîn û piraniya wan difirotin bajarên Iraqê. Lê belê ji ber qeyrana darayî, danîna astengî û li xalên kontrolê yên Iraqê du car wergirtina bacê, sala par firotina me gelek daketibû, lewma me tenê 1250 otomobîl hawirde kirin.”
Li gor nêrîna Musena El-Rawî, ev bûye sedem ku bazirganên Iraqê ji bo hawirdekirina otomobîlan, berê xwe bidin xalên sînorê yên Herêma Kurdistanê. Ji ber ku ciyawazî heye di navbera gumruka Herêma Kurdistan û Iraqê de, El-Rawî aşkere kir: “Hikûmeta Iraqê ji sedî 25ê nirxê otomobîlê gumruk werdigre. Weke nimûne, eger otomobîlek ji xalên sînorî yên Herêma Kurdistanê bidim anîn, 2000 dolarên min diçe, eger ji Besrayê bidim anîn, 6000 dolar diçe. Ji ber vê bazirganên Iraqê bi rêya kompanyayên Herêma Kurdistanê otomobîlan tînin.”
Musena El-Rawî herwiha li Herêma Kurdistanê li ser wergirtina gumrukê jî diyar kir: “Ji bo wergirtina muhleta hawirdekirina her otomobîlek 100 hezar dînar (derdora 80 dolar) didin, li gor pîstonên otomobîlan jî, em gumruk didin, eger otomobîleke çar pîston be, 2 milyon û 214 hezar dînar (derdora 1770 dolar) didin.”
Weke din El-Rawî amaje bi wê yekê kir: “Eger plaka otomobîlan hejmara wê “demkî” be, li xalên kontrolê yên Iraqê, rê nadin têkeve welêt, yan jî cardin heqê gumrukê werdigrin. Lê eger li ser otomobîlê plaka Hewlêrê hebe, bi pereyekî kêm rê didin ku têkeve Iraqê.”
Kompanyaya Musena Hesen El-Rawî îsal 750 otomobîl hawirde kirine. Nêzîkî 550 otomobîlan, piştî ku plaka bajarên Herêma Kurdistanê pê ve kirine, firotine derveyî Herêma Kurdistanê.
El-Rawî aşkere kir: “Di vê bazirganiyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir sûdmend e, çimku bi gumruk û bac û dayîna hejmaran, 4 hezar dolar dikeve destê wê.”
Herwiha dibêje: “Erebên bajarên Iraqê gelek hez dikin li ser otomobîla wan plaka Hewlêr hebe. Çimku plakayên Hewlêrê weke yên Bexdayê li hemû bajarên Iraqê, bê pirsgirêk in û kiriyarên wê hene. Eger li wir nefiroşin jî, dikarin li Kurdistanê bifiroşin.”
Ji bilî bazirganên Iraqê, xwedî kompanyayên Herêma Kurdistanê jî bi vê bazirganiyê sûdmend bûn. Niha firotina wan zêdetir bûye û zêdetir otomobîlan hawirde dikin.
Kompanyaya Şiwan Tahir, ji bo bazirganiya giştî û hawirdekirina otomobîlan, îsal nêzîkî 300 otomobîlên nû yên Toyota, Hyundai û Kia hawirde kirine. Lê belê sala par, hawirdeya otomobîlan negihişte vê hejmarê.
Xwediyê kompanyayê Şiwan Tahir dibêje: “Zêdetirî nîvê wan otomobîlên ku em hawirde dikin, difiroşin bajarên Necef, Kerbela, Besra û Bexdayê.”
Ji bilî otomobîlên sifir kîlometre, hawirdekirina otomobîlên bikarhatî jî zêde bûye.
Rêveberê Kompanyaya Onêl Vehêl Mihemed Umer diyar dike: “Ji ber kontrola kalîteyê, di çar mehên borî de, rojane herî kêm 10 otomobîlên barhilgir ên bikarhatî hawirdeyî Herêma Kurdistan hatiye kirin. Lewma pêşbînî dikim, ku ji sedî 75ê wan otomobîlên ku di destpêka îsal de hatine hawirdekirin, otomobîlên bikarhatî ne.”