Li Midyad û Mehsertê jî qedexe

Navenda Nûçeyan – Li Parêzgeha Mêrdînê li gel berdewamiya şerê li Nisêbînê, li 13 gundên din qedexeya çûna derve hat ragihandin.


Li gorî daxuyaniyeke parêzgariya Mêrdînê qedexeya li taxên bajarokên Midyadê, Mehsertê û Nîsêbînê ji îro ji saet 10ê ve destpê kiriye.


Ji sala 2012ê ve, piştî Mêrdîn li gorî dabeşkirina îdarî ya Tirk bû "bajarê mezin", hemû gundên di nav sînorê wê de tax têne hesibandin.


Daxuyaniyê dibêje qedexe "ji bo dabînkirina ewlehiyê û bêbandorkirina endamên rêxistina terorîst" hatiye ragihandin û bang li hemwelatiyan dike "ji bo ewlehiya can û malê xwe riayetî" qedexeyê bikin.


Cihên ku li Mehsertê qedexeya çûna derve hatine ragihandine ev in: Gundên Kersivan, Sada, Xirbê Heriyê.


Li Midyadê qedexe li gundê Tinat hatiye sepandin.


Mehsertê 40, Midyad jî 70 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye.


Li Nisêbîna li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê jî, ku lê ji meha Adarê ve şer didome, li gundên Serêkaniyê, Cibilgraw, Kurka Bihûrî, Hebîs, Xerabreşk, Herbê û Talat çûna derve li hemwelatiyan hatiye qedexekirin.


Di şerê Nisêbînê de heta niha bi sedan leşker û polîsê Tirk, endamên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), ku bi ser PKKê ye, û hemwelatiyên sivîl hatine kuştin. Nîvî bêhtirê Nisêbînê di encama şer de wêran bûye.