Li Amedê êriş: Kesek birîndar bû

25-04-2024
Nîşan Amed Êriş Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê kesek di encama êrişeke bi çekê de birîndar bû.

Li Kolana Înonuyê ya Sûrê, kesekî yan hinek kesan bi çekê êrişî zilamê bi navê Ş.T. kir.

Ş.T. birîndar bû û êrişkar ji cihê bûyerê reviya/reviyan.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Ş.T. rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubiyê.

Li ser bûyerê û ji bo desteserkirina êrişkar/êrişkaran jî dest bi xebatê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst