Nasnameya du gerîlayan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku du gerîlayan li Gareyê canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku her du gerîlayên jin 1ê Nîsana îsal canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên van gerîlayan wiha ne:

Ararat Herekol: Navê wê yê fermî Sîbel Denîz e û ew ji nevçeya Erdîşê ya Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Zîn Zagros: Navê wê yê fermî Gulê Hiso ye û ew ji Kobaniya Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê diyar kir ku her du gerîlayan “di êrişa dijmin” de canê xwe ji dest daye û behsa hûrgiliyên êrişê nehat kirin.