Li Wanê 204 koçber hatin desteserkirin

25-04-2024
Nîşan Wan Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hefteya borî di 63 operasyonan de 204 koçber hatin desteserkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê demên dawiyê zextên li ser koçberan zêdetir bûne.

Hêzên ewlehiyê her roj li ser hev operasyonan dikin.

Parêzgariya Wanê ragihand, “Xebatên rêlibergirtina koçberên neyasayî, qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan berdewam dikin.”

Li tevahiya parêzgehê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Wanê, di navbera 15ê Nîsanê û 21ê Nîsanê de 63 operasyon hatine kirin.

Di operasyonan de 204 koçber hatine desteserkirin û derbarê 45 gumanbaran karên yasayî hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst