Baroya Amedê têkildarî operasyon û desteserkirinên îro de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê, derbarê operasyona ku 110 siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û parêzer hatin desteserkirin de dibêjre: “Divê demildest kiryarên binpêkirina mafên ewlehiyê, azadî û nehiqûqî yên dijî hevpîşe, rojnamevan û parêzvanên mafan bên rawestandin û bên berdan.”

Îro Sêşemê 25ê Nîsana 2023an li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, polîsan bi ser gelek malan de girtin û 110 siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kirin.

Baroya Amedê, li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê operasyonan de peyamek belav kiriye û têde ragihandiye, di operasyona îro de li Amedê bi ser malên endamên baroyê de jî hatiye girtin.

Di peyamê de wiha hatiye gotin:

“Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de û biryara lêgerîn û desteserkirinê ya 3emîn Dadgeha Silh û Ceza ya Amedê, îro demjimêrên sibehê bi ser malên endamên baroya me, rojnamevan û parêzvanên mafên mirov de hatiye girtin û hatine desteserkirin.

Em di pêvajoyekê re derbas dibin, ku bi awayekî kêfî destwerdana mafên bingehîn û azadiyan tê kirin, di serî de parêzer, parêzvanên maf û rêxistinên pîşeyî û saziyên sivîl ji aliyê darazê ve armanc tên girtin û gefên ceza tên xwarin.

Tê dîtin ku tedbîrên parastinê yên wek girtin û desteserkirinê, dijî parêzvanên maf bi xirabî tên bikaranîn û bi qedexeya hevdîtina parêzer derbarê lêpirsînê de biryara nihênîbûnê hatiye dayîn.

Agahdarkirina kesên tên darizandin derbarê tawan û sedemên darizandinê de pêwîstiya darizandineke dadmendane ye. Derbarê lêpirsîna hevpîşeyên me de biryara sînordarkirin û qedexeya hevdîtina parêzer heye û bidestxistina dosyeya lêpirsînê û wergirtina zanyariyan tê astengkirin.

Divê demildest kiryarên binpêkirina mafên ewlehiyê, azadî û nehiqûqî yên dijî hevpîşe, rojnamevan û parêzvanên mafan bên rawestandin û bên berdan.”