Li Amedê îdiaya êrîşa çekdarî ya li dijî ofîsa YSPê

Hewlêr (Rûdaw) – Şevê din hat îdiakirin ku li navçeya Yenîşehîrê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve êrişek çekdarî li dijî navenda hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk (YSP) çê bûye, lê belê berbijêrê parlamenteriyê yê wê partiyê yê li Amedê Mehmet Emîn Aktar ev yek red kir û got, êrîşî ofîsa wan nehatiye kirin.

Ji hilbijartinên Tirkiyê re kêmtir ji 20 rojan mane, û piştî êrîşên çekdarî yên bo ser ofîsên partiyên CHPê, ÎYÎ Partî û AK Partiyê, vê carê jî îdiaya êrîşa li dijî ofîseke Partiya Çep a Kesk (YSP) li Amedê kete rojevê.

Li gor îdiayan, şevê din di demjimêrên derengiya şevê de li dijî navenda hilbijartinê ya YSPê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê êrîşek çekdarî çêbûye. Li gor medyayên xwecihî Serokê Rêxistina HDPê ya Amedê Gulistan Atasoy ragihandiye, ku li dijî navenda hilbijartinê ya jinan ya li Taxa Şehîtlikê êrişeke çekdarî çêbûye.

Li gor wan îdiayan, ji ber ku di dema êrişê de kesek li cihê bûyerê nebûye, ti ziyanên canî nebûne.

Piştî belavbûna wan îdiayan, hêzên polîs çûne cihê ku ofîsa hilbijartinê ya YSPê lê ye û li wê derê dest bi lêkolînan kirin.

Li aliyekî din, her şevê din berbijêrê parlamenteriyê yê wê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Mehmet Emîn Aktar têkildarî bûyerê daxuyanî da û ragihand, êrîşî ofîsa wan nehatiye kirin.

Mehmet Emîn Aktar got: “Bi agahiya êrîşê em hatin buroya xwe ya hilbijartinê. Polîsan li vir lêkolînên pêwîst kirin. Midûrê polîsên parêzgehê jî hat vir. Di lêkolîna ku me ji dîmenên kamerayê çêkir de hat fêhmkirin ku êrîş li buroya me nehatiye kirin, dosyaya edlî pêk hat û kesê ji ber sedemeke din li dervayê ofîsa me gule berdane.”