Buldan: Çiqas winda dikin êrîş dikin, lê bi êrîşkirinê dê zêdetir winda bikin

25-04-2023
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), karvedan li dijî operasyona îro ya ku zêdeyî 100 siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û parêzer têde  hatin desteserkirin nîşan da û  got:  “Navê vê operasyonê, operasyoneke kumpasê ye. Çiqas winda bikin êrîş dikin, lê bi êrîşkirinê dê zêdetir wina bikin.”

Roja Sêşemê 25ê Nîsamna 2023an li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, polîsan bi operasyoneke hemwext  ku navenda wê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bû,  bi ser gelek malan de girtin û  herî kêm 126 siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kirin û ew operasyon hîn berdewam e.

Di demekê de ku 19 roj bo hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê mane, ev operasyon bû sedema karvedanan.

Hevseroka HDPê û berbijêra Partiya Çep a Kesk (YSP) ya Wanê Pervîn Buldan, li navçeya Elbakê ya Wanê di vekirina ofîseke hilbijartinê ya YSPê de nerazîbûn, nîşanî vê operasyonê da.

Buldan amaje bi hilbijartinên 14ê Gulanê da û got: “Di demekê de  ku desthilata AKP û MHPê demên xwe yên dawî dijî, navenda wê li Amedê li gelek bajarên me operasyonên destserkirinê pêkanîn. Navê vê operasyonê operasyoneke kumpasê ye. Ji ber ku bi nêzîkbûna hilbijartinan operasyonan dijî parêzerên ku dê di hilbijartinan de erkdar bin, ew kesên  ku di xebatên hilbijartinan de beşdar in û ew hunermendên ku di hilbijartinan de derdikevin ser dikê pêktînin. Em van operasyonan bi tundî şermezar dikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Hevseroka HDPê got: “Çiqas winda bikin êrîş dikin, lê bi êrîşkirinê dê zêdetir winda bikin. Ji ber wê jî ez dixwazim bo gelê me li dijî van givaş û  astengikrinan û  şertûmercên faşîzmê tekeziyê li ser girîngiya yekitî û hevgirtinê bikim. Îro roja mezinkirina têkoşîn û têkbirina faşîzmê ye.”

Pervîn Buldan ragihand armanca wan ew e ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji Wanê 8 Parlamenteran bişînin Parlamentoya Tirkiyê û got: “Ez di vê mijarê de herî zêde baweriya xwe bi xelkê Elbakê tînim. Elbak yek ji wan navçeyan e ku rêjeya herî zêde ya dengan jê derdikeve. Ev jî rêjeyeke girîng e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst