Diya şehîdekî Komkujiya Cindirêsê: Baweriya me bi dadgehên opozisyonê nayê

Hewlêr (Rûdaw) - Diya şehîdekî Komkujiya Cindirêsê daxwaz kir ku doz li dadgeheke navdewletî bê dîtin û got “Baweriya me bi dadgehên opozisyonê nayê.”

Di nava mala ku 4 rojan li pey hev bi hezaran Efrînî li pêş wê civiyabûn û bi dengê bilind kuştina 4 welatiyên ji yek malbatê li ser destê çekdarên opozisyona Sûriyê protesto kiribûn, niha tenê kesûkarên her çar qurbaniyan bi birînên xwe ve, ku sar nebûne dimînin.

Diya yek ji qurbaniya ji Rûdawê re dibêje, piştî derbasbûna 35 rojan di ser komkujiyê re heta niha tiştek ji bo cîbicîkirina dadmendiyê nehatiye kirin.

Yasmîn Mistefa, dayika şehîd Mihemed Osman û hevjîna şehîd Ferhedîn Osman e. Wê ji Rûdawê re got ku baweriya wan bi dadgehên opozisyona Sûriyê naye.

Yasmîn Mistefa dayika Mihemed Osman dibêje "Çi soz dane me heta niha wek soz mane, kesî tiştek ji me re nekirine. Baweriya me bi vana tineye, em dadgehên navdewletî dixwazin. Hîn dibêjin 100 hezar dolar birine aşitî çêbûye, ne 100 hezar dolar lê dolarên dinyayê gişt bidin min ne bi neynoka lawê min e. Doza me ne pere ye, nabe pere. Divê ev bên darvekrin û ji van deran derkevin. Karê me bi van re nemaye bes e, ev bû 5 sal."

Mistefa got jî, doza her çar şehîdên Cindirêsê doza hemû qurbaniyên ku ji 5 salan ve li herêma Efrînê hatine dayin.

Yasmîn Mistefa anî ziman "Tenê bidin pêş me bibêjin `welle me filan mirovan girtine.` Hîn mirovên hazir dikin berdidin. Tên dibêjin Ebû Hebîb berdin mena xwe çi ye? Yek dibêje aşitî çêkirine, aşitî tine ye. dolarên hemû dinê ne bi ne bi neynoka merivekî me ye, merivek ji van 4 şehîdan. Aşitî nakin, em mafên vana dixwazin û dadgehên navdewletî dixwazin. Êdî bes e qetiyên bi sedhezaran mirovan li ser refikan in, xelkê me gişt di girtîgehan de ne, bes e. heta niha em mafê vî miletî gişt dixwazin ne tenê mafên van çar şehîdan, ev çar şehîd şehîdên tevahiya gelê Kurd in û heqê van dixwazin. Doza me nabe pere, her yekê ku vê şorê dike, dila devê xwe bigire doza me nabe pere."

Li ser doza kuştina her çar welatiyên kurd di şeva Newrozê de, 4 tohmetbar hatine girtin. Îfadeya kesûkarên qurbaniyan jî hatine wergirtin. Lê heta niha tu saxuyanî yan zanyarî li ser doseyaya dadgehkirina tohmatbaran nehatine dayin.