PSDKê derbarê van dîmenan de daxuyanî da: Îraniyan perwerde da pêşmergeyên me

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) yê li Îranê Mela Loqman Pêncwînî ragihand ku ew dîmenên li ser torên civakî belav bûne ku tê de xuya dibe pêşmergeyên wê partiyê ji aliyê leşkerên Îranê ve tên perwerdekirin rast in, lê ew dîmenên serdema şerê DAIŞê ne.

Li ser medyaya civakî hin dîmen belav bûne ku nîşan didin hejmarek pêşmergeyên Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) yê bi serokatiya Heme Hacî Mehmûd li Îranê perwerdeya leşkerî dibînin û ew yek di nava gel û bikarhênerên torên civakî de bû mijara nîqaşê.

Nûnerê PSDKê yê li Îranê Mela Loqman Pêncwînî derbarê wan dîmenan de ji Rûdawê re ragihand: “Bê guman ew dîmenên vîdyoyî rast in û beşek ji Pêşmergeyên Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê ne û rahêner jî şêwirmendên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ne. Perwerde 20 heta 25 rojan dom kir û sê şêwirmendên leşkerî yên Îranê pêşmergeyên me perwerde kirin.”

Mela Loqman Pêncwînî herwiha got: “Perwerde ne nû ye, lê vedigere sala 2017an, dema ku DAIŞ hîn metirsiyeke mezin bû li ser Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Derbarê şêwirmendên leşkerî yên Îranî de jî, Nûnerê PSDKê yê li Îranê diyar kir: “Ew şêwirmendên Komara Îslamî ya Îranê wek şêwirmendên gelek welatên din ên wek Brîtanya, Fransa û Amerîkayê hatin Herêma Kurdistanê û perwerdehî dan beşek ji pêşmergeyên me.”

Di 23 vê emhê de hin wêne û dîmeneke vîdyoyî li ser torên civakî hatine belavkirin ku têde xuya dibe hejmarek pêşmergeyên Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê li gundê Gulexane yê devera Şarezûrê mijûlî rahênan û perwerdeya leşkerî ne û efserên Îranê rahênanê bi wan dikin.

Mela Loqman Pêncwênî derbarê şêwirmendên Îranî de got: “Pisporiya wan baş e û piraniya ewên hatine perwerdekirin, zêrevanên birêz Mihemed Hacî Mehmûd bûn, ku her kes dizane wî bi awayekî aktîf di şerê li dijî DAIŞê de cih girtiye û me di ber wê yekê de şehîd jî dane.”

Di şerê dijî DAIŞê de ji sala 2014an heta 2019an, hezar û 720 Pêşmerge şehîd bûn û 10 hezar û 729 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Derbarê hêza partiya xwe de jî, Mela Loqman Pêncwênî ji Rûdawê re got: “Ew hêza me ji 550 kesan pêk tê û ser bi Yekeya 80 ye, em li bendê ne bikeve ser Wezareta Pêşmerge.”