Tirkiyê êrîşî Kobanî kir: HSDê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, Tirkiyê êrîşeke bi dron li herêma Kobaniyê pêk aniye û di encama êrîşê de şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye.

Îro Sêşemê 25ê Nîsana 2023an droneke Tirkiyê otomobîlek li Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kir armanc.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk têkildarî êrîşa îro ya li li başûrê Kobaniyê, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya xwe de HSD dibêje: “Îro sibehê saet di 10:30’an de, otomobîlek ku şervanekî me tê de bû, rastî êrîşa firokeya bê firokevan a dagirkeriya Tirkiyê hat û di encamê de şervanê me şehîd bû.”

Her îro danê sibê îstixbarata Tirkiyê kuştina serkirdeyekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ê bi navê “Mihemed Sarî” ragihand û diyar kir, ku ew kes di 14ê Nîsanê de hatibû armanckirin.

Sibeha Înê 14ê Nîsanê otomobîla serkirdeyekî HSDê ya ji corê KIA, li ser kembera bakur a di navbera Qamişlo û Nisêbînê de rastî êrîşa bi dronê hatibû.

Hate ragihandin ku serkirdeyekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ê bi navê kod "Baran" di wê otomobîlê de bûye û di encamêa êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.

Roja Sêşemê (09.08.2022) li bajarê Qamişlo 4 kesan di encama bombebarana droneke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Di heman rojê de Tirkiyê bi awayekî berdewam gund û navçeyên sînorî yên li bakurê rojavayê bajarê Qamişlo topbaran dikir.