Rojane 4 hezar geştyar serdana Midyadê dikin

25-04-2023
RÛDAW
Nîşan Midyad Mêrdîn Bakurê Kurdistanê Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Midyadê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve bi avahiyên xwe yên dîrokî û çanda xwe bi nav û deng e. Li gor amaran, di rojekê de nêzîkî 4 hezar kesên geştyar serdana Midyadê kirine.

Îsal bi taybet di Cejna Remezanê de bi hezaran geştyaran serdana wê navçeya Bakurê Kurdistanê kirine.

Asli Ozturk yek ji wan geştyaran e ku ji Stenbolê serdana Midyadê kiriye. Aslî Ozturk dibêje: “Cara yekem e ez têm vir û ez ji Stenbolê hatime. Min gelekî eciband, ya balkêş her tişt paristî maye.”

Di rojên Cejna Remezanê de rojane 4 hezar geştyaran serdana Midyadê kirine. Geştyar bi dîtina vî bajarê xwedî mîmariyeke taybet kêfxweş in.

Ahmet Pala, geştyarekî din e ku kêfa wî gelek ji Midyadê û şûnwarên wê yên dîrokî re hatiye. Ew dibêje: “Midyad gelekî xweşik e, şûnwarên wê yên dîrokî gelekî balkêş in, gelek cihên wê yên xweş ku mirov lê bigere hene, ez jî cara yekê ye têm, cihekî xweş e.”

Li gor hinek çavkaniyan navê Midyadê tê wateya Eynê, li gor hinek çavkaniyan jî, navê Midyadê ji gotina Matîate yanî (Bajarê Şikeftan) tê.

Niyazi Aslan jî bi hevjîna xwe re ji Wanê berê xwe dane Midyadê. Ew dibêje: “Ji Wanê bi tûreke geştyariyê ez û hevjîna xwe hatin vir. Em destpêkê hatin Mêrdînê û pişê hatin Midyadê. Xuya ye ku vê derê mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye, gelek bawerî, netewe û zimanan li vir bi hev re jiyan kirine. Ez ji her kesî re pêşniyar dikim serdana vê derê bikin.”

Midyad bi malên xwe yên bi kevirên şehkirî, perestgeh, xan, dêr û mizgeftên xwe bala geştyaran dikşîne ser xwe. Salane bi deh hezaran geştyar ji Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û derveyî welat serdana Midyadê dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst