79 cihên şûnwarî yên Duhokê li jêr metirsiya têkbirinê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama şerê Tirkiye û PKK'ê de 79 cihên kevnar û şûnwarên parêzgeha Duhokê di bin metirsiya wêranî û têkbirinê de ne.

Şerê PKKê û artêşa Tirkiyê, ji bilî ziyanên canî û madî, gelek ziyan gihandine navçeyên şûnûwarî jî. Li wan navçeyên Başûrê Kurdistanê yên ku Tirkiye operasyonan lê encam dide, gelek şûnûwar jinav çûne.

Herwiha beriya niha jî gelek rêxistinên navdewletî ji xetereya şer li ser mayîndina wan şûnwaran ku li ba UNESCO hatine tomarkirin, hişyarî dane.

Birêveberê Şûnwarên Duhokê Bêkes Birîfkanî derbarê metirsiya şer li ser cihên kevnar û şûnwarên parêzgeha Duhokê de ji tora medyayî ya Rûdawê re axivî û ragihand ku di encama berdewama şerê Tirkiyê û PKKê li navçeyên Herêma Kurdistanê de û bi taybet li gund û bajarên parêzgeha Duhokê ziyan bi 79 cihên şûnwarî bûne û beşek ji wan hatine têkbirin ku şûnwarên gelekî girîn ji bo mirovahiyê û dîrokê ne.

Bêkes Birîfkanî da xuyakirin, ku berî niha hinek ji wan şûnwaran ji ber topbaranên artêşa Turkiyê hatine wêrankirin û hinek ji wan şûnwaran jî ewên ku gerîlayên PKK wek baregeh ji xwe re bikar tînin û wêran dikin û şikeft jî di nav wan de hene.

Birîfkanî herwiha da zanîn ku ji ber qedexekirina wan navçeyan û hebûna şer û bombebaranan, gelek şûnûwar jî hene ku hîn şûnûwarnas neçûnê û nedîtine da ku bêne tomarkirin.