Belgefîlma ‘Domane 38’ a peyamnêrê Rûdawê xelat wergirt

25-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Tirkiyê (GGC) îsal di 36mîn xûla dayîna xelata “Rojnamevanên Serkevtî yên Salê” de, di beşa belgefîlman de xelat da rojnamevanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê Dêrsimê Ali Haydar Gozlu.

Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Tirkiyê  ku navenda wê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye û li 14 parêzgehên Bakurê Kuridstanê rojnamevan endamên wê ne, encamên 36mîn gera xelata “Rojnamevanên Serkeftî yên Salê” ya îsal aşkere kir.

Li gor encamên ku hatine ragihandin,Belgefîlma "Domane 38" (Zarokên Şahidên sala 38) ku ji aliyê peyamnêrê Rûdawê Alî Haydar Gozlu ve di nava 6 mehan de hatiye kişandin, hejayê xelata masyonê ya Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Tirkiyê hat dîtin.

Di heman beşê de belgefîlma Atilla Goror "Çinar" hejayê xelata baştirîn hat dîtin.

"Xelata Taybet a Juriyê" ji Serokê Komîteya Kolanan Doç. Dr. Ji Aytaç Coşkun re hat dayîn.

GGC jî biryar da ku 'Xelata Dilsoziyê' bide xebatkarê çapemeniyê Yilmaz Taranci yê ku di heyama pandemiyê de ji ber vîrûsa koronayê mir. Xelat ji bo bîranîna Yilmaz Tarancı zindî bimîne wê ji malbata Tarancî re bê dayîn.

Di nav lijneya hilbijartina xelatên de Fîkret Bila, Murat Yetkin, Huyla Hokenek, Deniz Zeyrek, Burcu Kaya, Mesut Yar, Esengul Koç, Murat Bayram, Yilmaz Ozdil û Mahmut Begik hen

Ji devê şahidan Komkujiya Dêrsimê

Belgefîlma "Domane 38" ku ji devê kesên bûne şahidê komkujiya Dêrsimê ya di salên 1937-38an de ku weke “lekeyeke reş” ketibû dîroka mirovahiyê, di Rûdaw TV de hat weşandin.

Belgefîlma "Domane 38" di nava 6 mehan de hatiye kişandin, yek ji belgefîlma Rûdaw TV ye ku ronahiyê dide dîrokê.

Di belgefîlmê de kesên ku ji Komkujiya Dêrsima ya sala 1938an rizgar bûne û hinek tişt bi çavê xwe dîtine behsa wan roaj dike.

Ligel ku temenekî dûr û dirêj li pey xwe hiştine lê hê ew zilm û zordarî jibîr nekirine û bi kul û keser behsa wan rojên reş dikin ka çi hatiye serê wan û çawa bi hezaran jin û mêr, kal û pîr û zar û zêç li ber çavên wan bikom hatine kuştin. Gotinên wan kesan ku di Dêrsima 1938an de hê zarok bûn.

Şahidiya di navbera jibîrkirin û bîranînê de ya wan kesên bi nav salan de diçûn. Ji wan ya herî biçûk şeş, yê herî mezin 15 salî bû.

Muzîka belgefîlmê ji aliyê Metîn Kemal Kahraman û Alî Înanir ve hatiye çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst