HAK-PAR: Tenê 6 endamên me îstifa kirine

25-04-2022
RÛDAW
Nîşan HAK-PAR Endam HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li ser îdiayên ku 60 endamên wan îstifa kirine û derbasî HDPê bûne diyar kir ku tenê 6 endamên wan îstifa kirine.

Îro Duşemê hat ragihandin ku li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi komî îstifa kirine û derbasî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûne û hat diyarkirin ku serokê HAK-PARê yê Mêrdînê Vahap Ertaş û serokên navçeyan jî di nav de bi giştî 60 endaman îstifa kirine.

Cigîrê Serokê Giştî û Berpirsê Pêwendiyên Derve Zana Sezen ji Rûdawê re axivî û got, “Vahap Ertaş hîn ne serokê HAK-PARê yê Mêrdînê bû, tevî wî 6 endaman ji partiya me îstifa kirin.”

Zana Sezen destnîşan kir ku Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) hewla temamkirina rêxistinbûyîna xwe dide ji bo ku bikaribe tevlî hilbijartinên Tirkiyê bibe.

Zana Sezen her wiha diyar kir, ji bo ku beşdarî hilbijartinan bibin ew xebatên xwe bi xurtî dimeşînin û anî ziman, “Dixwazin di derbarê me de manîpulasyonên qirêj belav bikin da ku em nikaribin tevlî hilbijartinan bibin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst