PKK û Tirkiyê bîlançoya şerê Zap û Avaşîn eşkere kirin

25-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku di şerê li devera Metîna, Zap û Avaşîn de di navbera 17 û 24ê Nîsanê de 218 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û ji ber nikarin pêşde biçin çekên kîmyayî bikaranîne. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar jî ragihand ku heta niha di encama êrişên wan de 56 gerîlayên HPGê canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî çû ser sînorê Başûrê Kurdistanê û çavdêriya operasyona hêzên welatê xwe kir.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, li gel Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Guler û her wiha fermandeyê hêzên bejahî yên Tirkiyê Musa Avsever bi helîkopterekê gihîştin xala sifir a sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ku dikeve navbera navçeya Çelê ya Colemêrgê û navçeya Amêdiyê ya Duhokê. Ew cîhê ku Hulusî Akar çûyê, yek ji navendên birêvebirin û çavdêrîkirina operasyonên Tirkiyê ye.

Hulusî Akar li wê derê diyar kir ku artêşa welatî ji 24ê Tîrmeha 2015am ve li hemberî PKKê gihîştine qonaxeke nû.

Akar der barê rewşa dawîn a êrişa di nav axa Başûrê Kurdistanê de ya li herêma Zap û Avaşîn axivî û got ku ji 17 Nîsan ve 56 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Ji aliyê din ve Navenda Ragihandina HPGê ragihand ku di nav 8 rojan de li herêma şer Avaşîn, Zap û Metîna 218 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya HPGê herwiha 48 leşker birîndar bûne û 11 helîkopter jî di encama çalakiyên wan de derb xwarine.

Li gor îdîayên HPGê artêşa Tirkiyê ji çaremîn roja operasyonê û pê ve li herêmên Kurojahro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kunîşka û Girê Ortê yên operasyonê çekên kîmyayî bikaranîne.

Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsanê ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîl li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin. Wezareta Berevaniyê yê Tirkiyê ragihandiye, operasyon li Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst