Li girava Axtamarê pêşbirka wêneyên kulîlkên behîvan tê lidarxistin

25-04-2022
RÛDAW
Nîşan Giraxa Axtamar Parêzgeha Wanê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve cara yekemîn pêşbirka bi navê Maratona Wêneyên Kulîlkên Behîvan yên Axtamarê tê lidarxistin û wênegir bi vê armancê serdana giravê dikin.

Bi hatina biharê Girava Axtamar ku xweşikbûna wê bi şînkahiya Gola Wanê re dibe yek, bi kulîlkên darên behîvan xemiliye.

Li vê girava di nav Gola Wanê de yekemîn pêşbirka wêneyên kulîlkên behîvan tê sazkirin ku dê 3 rojan berdewam bike.

Mamosta û Wênegir, Esra Kartal dibêje, “Li Girava Axtamarê kulîlkên darên behîvan vebûne. Bi dîmenekî nûwaze wek bûkeke ku kirasê bûkaniyê li xwe kiriye pêşwaziya me kir. Ez cara yekeme ku dibînim û gelekî kêfxweş bûm.”

Endamên Komeleya Wênegirên Erdîşê jî di çarçoveya pêşbirkê de hatine giravê û wêneyan digrin.

Esra Kartal herwiha dibêje, “Em wek endamên komeleyê nêzîka 30 kesan hatin vê derê. Piraniya hevalên me cara yekeme ku tên vê derê û van dîmenên bêhempa dibînin.”

Girava Axtamarê ji aliyê îdarî ve di nav sînorên navçeya Westanê de ye yek ji navendên giring ên geştyariyê ye.

Li gor amarên ku ajansa fermî ya Tirkiyê belav kirine, ji destpêka îsal ve heta niha 15 hezar geştyaran serdana wê giravê kirine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst