Plakayên otomobîlên Kurdistanê tên guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Plakayên ango nimreyên otomobîlan li Iraqê û Herêma Kurdistanê tên guhertin.

Berdevkê Rêveberiya Trafîka Hewlêrê hûrgiliyên li ser plakayên nû ragihand ku piştî cejnê her kes dikare wan plakayan werbigire.

Îro Duşemê 25 Nîsana 2022an Berdevkê Rêveberiya Trafîka Hewlêrê Fazil Hacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Ji bo piştgîrîkirina rênimayên hejmara 2 sala 2022 yên Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li ser fermana Wezîrê Navxwe îro yekemîn plakaya otomobîlan li Rêveberiya Trafîka Hewlêrê bi sîstemeka nû ya yekgirtî li gel hikûmeta navendî hat çapkirin û dan hevwelatiyan."

Li gor plakayên nû dê navên bajaran ji ser plakayan werin rakirin û bajar dê bi kodan werin diyarkirin ku dê koda Hewlêrê 22, koda Silêmaniyê 21, koda Duhokê 24 û tê payîn ku koda Helebceyê jî 23 be. Fazil Hacî di derbarê Helebceyê de jî got, "Di sîstemê de heye lê hîn niha nayê tomarkirin."

Di plakayan de dê kurteya navên Iraqê û Herêma Kurdistanê (IRQ-KR) hebin ku bi zimanê Îngilîzî hatiye nivîsandin û ji îro pê ve dê li ser plakaya her otomobîleke taybet (plakaya demkî) were nivîsandin.

Fazil Hacî her wiha diyar kir ku nivîsandina kod û navê Kurdistanê niha tenê bo plakayên demkî ye û piştî Cejna Remezanê dê plakayên nû bo her otombîlekê were dayîn bo ew kesên dixwazin plakaya otomobîla xwe biguherînin.