Li Deşta Mûşê çandina zeviyan destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Mûşê ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bi germbûna hewayê û helîna berfê cotkar zeviyên xwe cot kirin û dest bi çandiniyê kirin.

Li Deşta Mûşê ku zeviyên herî zêde yên çandiniyê ne cotkar bi trektoran zeviyan cot dikin û bi 150 karkeran dest bi çandina genim, guleberoj, silq û garis kirine.

Rêveberê Kargeha Çandiniyê Hanifi Yagmur dibêje wan  64 hezar dekar zewî bi 24 traktor, 3 makîneyên derman û 10 barhilgiran karê xwe dikin û 150 karker jî dixebitîn.

Herwiha Yagmur dibêje ew bi 18 traktoran zewiyê cot û  bi 6 traktoran jî çandiniyê dikin û ewê  di 31 hezar dekar zewî de gulberoj, li 28 hezar dekar zewî de genim, li 500 dekar zevî de garis û li 500 dekar zewî de jî silqan biçînin.